PoliticsTop

Lîstikê ordîaye ort’emiltîyê-2020: e’skerê ermenî çûne Ûr’isêtê û Bûlar’ûsê

Ij wezareta CE X e’lamkirine, k’a k’îjan binp’arê t’ev lecê hersaleye ort’emiletîyêvin.
Qölixçîyê ordîya ermenîye e’skerîyê çûne Ûr’isêtê û Bêlar’ûsê, li k’ö wê t’ev lîstikê ordîaye ort’emiletîyêvin. Derheqa vê yekêda Þûþan Stêp’anyana k’ativa wezareta CE X-e çapgerîê e’lamî “Spûtnîk Armênîaê” kir.
Lecê ort’emiletyê cara 6-a wê bêne derbazkirinê. Lîstikê 23-ê meha t’ebaxê t’ev forûma “Ordî-2020” destpêvin û 5-ê meha îlonê wê xilazvin. Diha zû Sêrgêy Þoygûyê wezîrê xwexweykirinê dabû k’ivþê, wekî îsal 90 dewlet hatne vexwendinê li lîstika, nav wê hejmarê- endam-welatê NATO-ê. Ç’e’vnihêr’î hatna 250 t’îmane, t’omerî weke 5 h’ezar meriv.
Çi dimîne seva k’oma e’skerê ermenî, bi gilîyê Stêp’anyanê, binp’arê bi me’na mexsûs, e’skerê p’arastina r’adîasîon, k’îmîayê û e’mirnasîyê, qölixçîyê polîsîa e’skerîê, e’skerê sîlih’darîyê û piþtê, mûþeka û serwêrtîyê t’opa lecêda daxilbûyîne.
Stêp’anaynê serda zêdekir, wekî forûma “Ordî-2020”-da t’evbûna þandê WX û þtaba  QS-ye baþqe têr’adîtîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button