PoliticsTop

Qirara Vûdro Wîlsone heqyê nav qewatê dimîne: 100-salîya þertne’ma Sêvrê xitimbû

Dö sala pey xilazbûna þer’ê h’emdinîaêyî pêþinr’a navbera h’ökömeta T’irkîaêye sölt’anîyê û dewletê þêr’da alt’kirî- nav wê hejmarê Ermenîstanêda 10-ê meha sala 1920-îye t’ebaxê Sêvra p’er’ê þeherê P’arîzêyî Sêvrêda þertne’ma lihevhatinê morbû, angorî k’îjanê t’opraxa CE gere 160 h’ezar km/ç bûya. Nav qisa t’ev “Armênprês”-ê Aþot Mêlk’onyanê serwêrê înstîtûta A CE Ö’M-êye T’arîxê da k’ivþê, wekî 100 sala þönda jî þertne’me nav qewatê dimîne û t’esmîlî birina sêrîye.

“Hindava Ermenîstanêda ew þertne’me bi  qelema zêr’e mexsûse pêþda t’embebûyî Avêtîs Aharonyanê serk’arê þanda CE qolkir. Ferze, wekî welatê þêr’da alt’kirî serî Antantê, heqê cime’ta ermenîayî nisbtî t’opraxa xweye t’arîxî têdinivîsin, wî wet’enî, li k’ö çend sala pêþda K’omköjî û  wet’enme’rimkirin qewimîbûn, ûCE, çawa welatê Antantêyî t’ifaqdar, neh’îêda wê bibûya dewleteke brfire û qewat- bi t’opraxa 160 h’ezar km/ç. Weke bîst welata qolê xwe danîbûne bin wê t’emesûkê, lê pey p’îrep’îrebûna ösûla met’îngêr’a idî bi deha welatê t’eze pêþda hatin, k’îjan bûne t’evbûyê t’ifaqne’ma Sêvrê, sirîya xweda dîsa bi delîlkirina heq cime’ta ermenîya- nisbetî Ermenîstana R’oavayê”,- Mêlk’onyan ggot. Ewî da k’ivþê, wekî ew nezer, wekî þertne’ma Sêvrê hindava welatê ew morkirîda, nav wê hejmarê- Ermenîstanêda erênebûye, çi dide k’ivþê, wekî qewata xwe indakirîye, angorî r’astîyê nîne.

“T’ifaqne’ma Sêvrê hindava wan welatê ew morkirîda erênebûye, nav wê hejmarê- CE, çimkî xilazîya meha sala 1920-îye îlonê þer’ê t’irk-ermenî destpêbû û bi alt’bûna Ermenîstanêye çetin- bi þertne’ma 3-ê meha sala 1920-îye k’anûna pêþin xilazbû. Bi wê fikirê hine t’arîxnas didine k’ivþê, wekî qewata wêye hiqûqîyê t’ine, lê pirsgirêk vira tiþtekî dine. 88-93 miqalê p’ara Þertne’mêye 6-a seranser derheqa Ermenîstanêdanin.

Angorî niqitka 89-a- Vûdro Wîlsonê sedrê WAY gere xeta sînorê t’irk-ermenî bik’iþanda, k’îjanî gere p’ir’anîya wîlayt’ê Trapîzonê, Erzörimê û Wanê gere daxilkira, yanî- derê Ermenîstanêyî be’rî gere hebûya. Lê ew neçû sêrî, çimkî, te’lebextr’a, payîza sala 1920-î h’alê ort’emiletîyê carekêva hate göhastinê, Ûr’isêta sovêtîyê karibû ij þer’ê bajar’vanîyê derk’eve û h’alê dijmintayêyîmiqabilî welatê Antantê- t’ifaqdarê xweye berê, mecbûrûyî t’ev T’irkîya miqabilî þertne’ma Sêvrê þer’k’arî dikir nêzîkbû û ser h’îmê wê pêþe’nîya e’k’sîantantîêye t’omerî nêzîkbûna sovêtî-k’emalîyê qewimî”,- serwêrê înstîtûta T’arîxê da k’ivþê.

Nêzîkbûna Ûr’isêtê û T’irkîaya k’emalîyê gîhande wê yekê, wekî pey h’emcivata cime’tê R’ohlatêye sörmanr’a serê meha îlonê Ûr’isêtê qayîlî da T’irkîayê- ÿrîþî ser Ermenîstanêke û bi e’skerê t’irka Ermenîstanê sovêtkin, lê ev jî nebû seveva betalkirina  þertne’ma Sêvrêye lihevhatinê.

“Miqala t’ifaqne’ma Sêvrêye 8-a qirara heqîyê bû. Ew gere bêy erêkirin bik’ete nav qewatê. T’irkîa mecbûrû hangava bêqewil û qirar wê t’emesûkê qebûlke, çimkî qirara heqîyê erêkirina bêþike hindava vî yan wî welatîda t’exmînnedikir. Hima ij dema t’emsîlkirinê- 22-ê mha sala 1920-îye çirîa paþin h’etanî îro ij nezera heqê ort’emiletîyê ew didomîne nav qewatê bimîne û, dê-yûrê-bi delîlî, sînorê ermenî-t’irkî h’esavdive ne kö xeta Axûryan-Ereze îro, lê r’astîyê sînorê daxilkirina p’ara wîlayet’ê Trapîzonê, Erzörimê, Bit’lîsê û Wanêye heremzin- bi 90 h’ezar  km/ç-ye t’opraxa ErmenîstanaR’oavayê û 70 h’ezar km/ç-ye Ermenîstana R’olhlatê- bi t’opraxa CE nav wê hejmarê”,- Mêlk’onyan gogt.

Bi gilîyê Aþot Mêlk’onyan- isa jî ew yek nav qewatê bûyîna þertne’ma Sêvrê delîldike, wekî welatê Antanta berê îro jî wê t’emesûkê seva vê yan wê k’ara xwe miqabilî derge-dîwanê T’irkîayê didine xevatê.

“R’astgele nîne, wekî welatê Antantê carna dema eleqetê navbera dewletaye xirave t’ev T’irkîayê vê t’emesûkê derdixne li r’ojevê, tînne bîr, wekî sînorê ermenî-t’irkîyî îroyî dê-fakto mewcûd, bi h’esavê hiqûqîyê, t’ê nîne, lê sînorê t’irk-ermenîyî bi qirara Vûdro Wîlsone heqîyê têr’adîtî t’êye”,- Aþot Mêlk’onyan da k’ivþê.

Bi xeverdana derheqa wê fikirêda, wekî ij r’oja þertne’ma Sêvrêye lihevhatinê 100 sala þönda ew t’êbûna xwe indadike, Mêlk’oynan e’lamkir, wekî eva jî fikra þaþe, çimkî t’ö alîkî þertn’me qolkirî derheqa net’ê bûyîna t’ifaqne’ma Sêvrêda e’lamnekirîye.

“Derheqa we’dê qirara heqîyêda vê t’emesûkêda qe tiþtek k’ivþbûyî nîne, t’ö t’emesûkeke t’eze qebûlnebûye, t’ö alîkî, nav wê hejmarê isa jî ij welatê erênekirî derheqa net’êbûyîna  t’ifaqne’ma Sêvrêda e’lamnekirîye, isa wekî 100 sala þönda ew  dîsa h’emzemanîye”,- Mêlkxoyêan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button