Society

Þeþ sala pey qir’êr’a e’zyetê ÿzdîya didome

Xizmeta xilazkirina ÿzdîyê r’evandîye li þeherê Dihokê þeþsalîya qir’êva girêdayî salixê h’alnivîsarêye t’ezeye derheqa ÿrîþa DE’ÎÞ-êye tirsk’arîyêda, ser ç’îayê Þengalê/Sîncarê û navdeþta Nînêvîayêye meha sala 2014-aye t’ebaxêda belakirin.
Hejmara ÿzdîya li Îraqê digiîþte weke 550 h’ezarî, wî çaxî, çaxê hejmara meriva, ê encama ÿrîþa de’îþ-êda cîgöhastî, digihîje 360 h’ezara. H’ezar meriva zêdetir ij welêt p’enaberbûne, hejmara meriva, ê kö r’ojê qir’êye pêþin hatne köþtinê, 1293-ye.
H’öseyn al-Qaîdîyê serwêrê Xizmetk’arîya xilazkirina ÿzdîaye Dihokêda e’lamî malp’er’a “Êzdîna”-ê kir, wekî hejmara kesê r’evandî gihîþtîye 6417 meriva, ij k’îjana 3548 jin û 2869 mêr, hejmara ê hêsîrtî û bendetîya de’îþ-êda zêndî mane, gihîþte 3530 meriva, nav wê hejmarê 1199 jin, 1041 mêr, 951 zar’.
R’eqema h’edkirinê seranser, ê Þengalê/Sîncarêda dîtî, h’etanî niha gihîþtîye 83-a,  bi zêdekirina bi deha h’edkirinê cöda, û 58 pîrozgehê (ziyaretê) ÿzdîya, sînagog, dêr û pîrozgehê dîn hindava DE’ÎÞ-êda hatne t’önekirinê, angorî h’alnivîsara serwêrtîêye t’eze hejmara sêwîya digihîje 2745-a.
T’eþkîleta xilazkirina ÿzdîyê r’evandî e’lamkir, wekî ev salixê h’alnivîsarê hindava T’MY-da hatne erêkirinê û derdayînê madeyîyej bi cûr’ê mal, milk’, h’eywên, hûrmûrê malhebûna göndîtîyê, avtomaþîna, îdarexana, k’arxana û tiþtê din daxilnake.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button