Society

Ij Ermenîstanê fir’inda ardimîya merivdostîyêye pêþin gihîþte Libnanê: WK’D

Fir’indêda her t’enê dû-derman û hûrmûrê doxtirîêye baþqe-baþqene. Ermenîstanê dö fir’indê ardimîyê biþîne Libnanê.
Ij Ermenîstanê fir’inda ardimîya merivdostîêye pêþin gihîþte Libnanê. Zohrab Mnasakanyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D salix mîkrobolga xweye “T’wît’t’êr”-êda e’lamkirîye.
“Ij sê fir’inda, wekî gere bêne þandinê li Libnana biratîyê, ya pêþin gihîþte cî. Ij Ermenîstanê bi dilê vekirî- li Beyr’ût’ê”,- wezîr nivîsîye.
Fir’indêda her t’enê dû-derman û hûrmûrê doxtirîêye baþqe-baþqene. Ermenîstanê dö fir’indê ardimîêye dinê jî biþîne li Libnanê. Fir’ndê döda û sisyada, k’îjanê r’êk’evne Beyrût’ê, idî ardimîya seva ÿla ermenîya têr’adîtî wê heve- hûrmûr, xörek, ew, çi ÿla ermenîyê Libnanê ij Ermenîstanê hîvîkirîye. Fir’inda döda 9-ê meha t’ebaxê r’êk’ete Libnanê, ya sisya – 11-ê meha t’ebaxê wê her’e.
Em bînne bîr- 4-ê meha t’ebaxê neh’îya gemîstana Beyrût’êda dest nîtrata amonîûmê t’eqîna zor kirîye gör’egör’. H’esen Dîabê serekwezîrê Libnanê xwemikör’hatîye, wekî made bi cûr’ê lazim nehatîye xweykirinê.
Mîþêl Aûnê sedrê Libnanê îzger’îya ort’emiletîyê nexwestîye. E’lamkirîye, wekî ij fermandarîya gemîstan û bacxana Beyrût’ê weke 20 meriv hatne pirsyarkirinê, nav wê hejmarê- serk’ar. Dest t’eqîna sawk’êþîyê 13 ermenî mirine, nefsa 11-a e’yane.
T’omerî 154 meriv bûne cangorîyê t’eqînê, xwexetîya ij wana 25-a hila hê safînebûye. Hila 60 kesê beser û berat’e indabûyî hene. 5000 meriva zêdetir ziyanê k’etine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button