Politics

Qewata CE-êye S cava isa da, wekî kes bendê nînbû”: P’aþînyan e’lametîyê E’lîêve þer’xwezîyê û sîasîa agrêsîv berk’ t’enqîdkirîye

Nîkol Paþînyanê serekwezîrê CE wexta dîdarê, k’îjan daye p’êla dûrdîtinoka ûr’isîye RBK-ê, serk’arîyva Adrbêcanê- hr’êtornasîya serk’arîya Adrbêcanêye- berî 12-ê meha tîrmehê û van salê xilazîyê mewcûd t’enqîdkirîye.
Bona wê pirsa r’ojne’mevan- k’a e’ynata ser sînorê ermenî-adrbêcanîye xilazîyê k’êr’a destdida, serekwezîrê CE gotîye: “Em ij delîla gere encamanîna bikin. Nav salê dûr û dirêj, isa jî wexta van mehe, h’eta h’evtyê xilazîyê hr’êtornasîya serk’arê Adrbêcanêye þer’xwezîyê didomîya zêdeve. Ij delîva xût h’evtêkê pêþda dîdara E’lîêvê sedre ÿp’êce h’iþk qewimî, wexta k’îjanê ewî gef xwer, wekî ij pêvajoya hevr’axeverdana wê derk’eve. Ewî digot, wekî îro eleqetê ort’emiletîyêda derba sereke ser qewatê tê danînê, yanî- sîasîya qewatêye dereke seva safîkirina pirsa, nav wê hejmarê- pirsa QÇ’, p’êgeha t’enêye”.
Serekwezîrê CE þirovekirîye, wekî hindava qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyîda ÿrîþkirina dewsa QÇ’ ser marza Tavûþê aletava girêdayîbû, k’îjan xeta hevsûbûna t’ev QÇ’ cîwarbûyîne, k’îjan her cîlipateke ordîya adrbêcanî têdinifîsin.
“Serk’arê Adrbêcanê salê dirêj binelîyê xwe dida bawerkirinê, wekî bi ÿrîþkirineke sîlih’bûyî pirsa QÇ’ wê safîke. H’ökömeta Adrbêcanê nav 10 salê xilazîyê çend mîlîard dolar bi meremê pêþdabirina qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyî xerckirine. Û heycar serk’arê Adrbêcanê mecbûrdive cime’ta xwer’a þiroveke, k’a çima ew cem, k’îjan seva h’alxweþîya bajar’vanê Adrbêcanê nehatne xerckirinê, berga tiþtekî nagrin. “H’evtêkê berî delîva þirovekirina r’esmî bû, k’îderê wana got: “Em niha t’erefê QÇ’-da nikarin ÿrîþkin, çimkî xeta hevsûbûna qewatê QÇ’-ye sîih’bûyîda ösûlê þikilk’iþandinê hatne cîawarkirinê, û her lipateke e’skerê Adrbêcanê seva qewatê QÇ’-ye sîlih’bûyî wê ya dîtinêve”.
Isa jî dereca döda heye: xeta hevsûbûnêda warê adrbêþanye jîyînê hene, û niha ÿp’êce çetine t’erefê QÇ’-da  destbi ÿrîþkirinêkin. Yanî- wana wira ÿrîþkir, k’îderê, mesele, sînor ewqasî jî bi aletê þikilk’iþandinê r’azîbûyî nîne û, saxî, wî t’erefîda her t’enê göndekî adrbêcanî heye, lê göndê ermenî wira ze’fin.
“Ew jî þirovedike, k’a çima ÿrîþkirina hima wî t’erefîda bûye. Ew þirovekirine safî seva derecekê, lê min çawa idî got, nav 15 sala serk’arê Adrbêcanê xeta hr’êtornasîya þer’xwezîyê pêþda dive, wekî xwedêgiravî vê pirsê- pirsa QÇ’, em k’arê xwe dikin bi r’iya qewatê safîkin. Isa jî çend carê din- çawa cime’tî, isa jî warê xevatêda min t’emî daye sedrê Adrbêcanê mer’a bi zimanê gefxwerinê xevernede, çimkî ewê berga tiþtekî negre. Xölese xeta sîasîa wî isabû: ordîa Adrbêcanêye qewîn heye û k’engê  lazimve, nav 24 seh’eta ordîa Adrbêcanê miqabilîhevbûna QÇ’ xwedêgiravî wê safîke. Lêgênd-e’ne’na vî cûr’eyî wana nav 15 sala avakirîye. Û çima ew ewqa bîntengbûyî van qewmandinava dengvedidin? Çimkî ew lêgênd p’iþirî. Lap p’iþirî. Çima p’iþirî? Çimkî qewatê Ermenîstanêye sîlih’bûyî cava isa da, wekî kes bendê nînbû, gelek h’eta Ermenîstanêda hîvîya tiþtê wî cûr’eyî nînbûn”,- serekwezîrê CE daye k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button