Politics

Qewat hene, k’îjan hêwê miqabilîhevbûnê dixin: serekwezîrê CE- derheqa temê T’irkîaêda

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE nav dîdarê, k’îjan daye p’êla dûrdîtinoka ûr’isîye RBK-ê, ser fona tûjbûnê ermenî-adrbêcanîye îht’îmalîya þer’ê masþtabfire dûrî aqila h’esavnekirîye, çimkî qewat û welat hene, k’îjan hêwê wê miqabilîhevbûnê dixin. Çawa “Armênprês” salixdike, seva pirsa r’ojne’mevan, k’a tö dikarî bêjî, ew welat k’îjanin, P’aþînyan got, wekî berê e’wil T’irkîaye.
“Seva wê k’ara meþêda û me’nîyê t’arîxî hene, çimkî T’irkîayê t’erka sîasîya qir’a ermenîya nedaye. Sedrê T’irkîayê ne kö t’enê delîla qir’a ermenîya nasnake, k’îja sala 1915-a qeyserîya osmanîêda bûye, lê isa jî ewê heq derdixe”,- P’aþînyan daye k’ivþê.
Bi gotina serekwezîr- isa jî seveveke helwesta T’irkîaêye heman heye.
“Çawa wekî serê sedsalîya berîn, mirazê T’irkîayê heye- Qafqasîa Ce’nûbê bike bin qolê xwe. Û nav 30 salê pey p’îr’ep’îrebûna Yektîya Sovêtîyêr’a, ew herr’o dixevtin, wekî wî mirazî û wî meremî bivne sêrî”,- P’aþînyan da k’ivþê.
Serekwezîrê CE difikire, wekî berê e’wil Ûr’sêtêr’a fe’mdarîye, k’a çi pêþdaçûyînê wî h’emûþkîye dinîasîasîyê dikarin hevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button