Society

Xêr bêne li macirata ÿzdîya, li “welatê gömanê”

Serê þeþ salaye li þimala Îraqê maleke ÿzdîya bin çadira p’er’itîda dijî. Evê çadirê wexta her bakî dadiweþînin, lê havînê wêda germ û xefeye. Mal bêy xiyala dijî, wekî divek yek alî cîgöhastina wane li welatê gömanê bike, k’îjan e’yane çawa e’rdê Þengalê, Sîncarê, mêrga Nînêvîaêye “qir’ê”.
Hûn difikirin, eva çadira t’ek-t’enêye? Lazime dîna xwe bidine dor-berê xwe û bivînin, bi h’ezara meriv  þertê waye nemerivayêda dijin. Ij van çadira her yekêda zar’ r’û dinê dik’evin û dizêrin, divne sêwî. Lê, isa jî alîyê din heye, bin van çadirada isa jî xwendk’ar hene, ê kö xwendina bilind stendine û divek qölixa bilind bistînin. Ê din hînbûne þikla bik’þînin, bistirên, bidrûn û k’itêva bixûnin, lê isa jî r’ezedilî alî wan bikin, k’î h’ewcê wane, û ê din jî hene, ê kö xevata layîq stendine û, dêmek bûne ç’e’vkanîya mecala mewcûdîya mal-h’alê xwe.
Bi nêzîkbûna þeþsalîya qir’ê gele malê ÿzdîya k’arê xwe dikin r’ûyê hatina cîgöhastinê welger’înin û her’ne li “welatê gömanê”, bi t’exmînkirina bêgömanîyê ij e’mrê ne bextewarî çadirgehada, nenihêr’î, wekî hînî þerta bûne, k’îjan idî nîv sedsalî hene. Ê kö  plan hazirkiribûn, wekî ÿzdî wê t’erka Sînþcarê (Þengalê) bidin, plan neçû sêrî. Paþdahatiina ÿzdyê kêmjimar seva wan bû fecaeta ker’kirinê, çimkî ÿzdîya t’erka cî û misk’enê xwe neda. Û wana destpêkir paþda veger’ne li þeher, gönd û mal-h’alê xwe. Ÿzdî, çawa pêþî-pêþqedemê wan, çawa görê serê ç’îya paþda vedger’ne cî û warê xweye jîyînê.
Ber devê r’ê-p’êga, k’îjan Sîncarê û þeherê Dihokê û Nînêvîayê hevva girêdidin, hûn divînin, k’a çawa bi h’ezara ÿzdî k’arê xwe çûyîna li “welatê gömanê” dikin, ÿzdî bawerdikin, wekî qewatê sîasîyê ij  p’erda k’ara xwe wê derk’evin û pêþîya ÿzdîyê kêmjimarda wê her’in. Pey alçaxbûna çadirgehada, köþtinê seranser, e’mrê hêsîrtîyêda, wêrankirina binxeleqa gönd û þeherdada, û cîgöhastina bi seda h’ezara ÿzdîyar’a.
Hinek divêjin: “Meriva t’irê, sîasînas welatê meda ij merivtayê hatne me’rimkirinê. Me gömana xwe bir’îye, wekî ewê tiþtekî bikin, û bêgömanîya meye ij de’wê diwek’ilin mînanî wê yekêne, wekî em de’wa þîr teyr-tûya dikin. Lê hila hê h’emd, îrada me hene,  û evê bive ew r’ê, berva dasekinandina e’mir li gönd û þeherê meda.
Nezera xweþbînîyê ç’e’vê serê wîda de’wa  r’eh’etîyê dikin, lê- fesalî- ew borcdarîye. Paþdaveger’andina li malê h’esavdive borc, lê em gere ser wê yekê bixevtin, wekî îzna wek’ilandina sênara h’etanî bûyîna qir’ê neve. Carna peyz dice’dîne xwe ij göra xweyke, lê axirsongî, ew dive nêç’îr, ÿmekê sivik, hêsa. Xwestina t’êrve ya þivêne, lê eva ewe, çi em dixwezin. Ît’bara berva alîkî me wê bive berva labîrrînt’os û xiravîyê din.
Gendî ez hîvîdarim, wekî e’mir careke din wê veger’e li “welatê gömanê” û wekî ew, çi hatîye xiravkirinê, wê bê avakirinê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button