Society

R’oja wergöhvastina aya Sofîayê erdogxan r’astgelde nebijartîye: Hayk Gabrîêlyan

Çaxê Hûstînîanosê e’wil qeyser sala 537-a îbadetgeha H’izret Sofîaêye yûnanîye ortodok’se xaçp’arêzîyê, ya wekî bi k’awtîyê û çapê wê dinîaêda t’inebû, çêkir, çetin banîya ber ç’e’vê xwe, k’a ewê r’astî çi qeda û bela bê.

Îbadetgeh avayîkî dinîaêyî herîmezinbûye û hesavdive sert’aca arxîtêktûrîyê, xazma-  qöve. Weke h’ezar sala îbadetgeh h’esavbûye îbadetgeha dinîaêye heremezin, h’etanî sala 1520-î avakirina îbadetgeha Sêvîlîayê. Fikir heye, wekî H’izret Sofîayê “t’arîxa arxîtêktûrayê göhastîye”.

Çima mozexane-îbadtgeh bi qirara lez-bez wergöhêzî mizgevtê bû, çima r’oja vekirina wê 24-ê meha tîrmehê hate bijartinê?

“Vekirin 24-ê meha tîrmehê hatbû k’ivþkirinê, r’oja sala 1999-a derk’etina Erdog’ane ij kelê. Ew dide k’ivþê, wekî, mesele, çaxê H’izret Sofîa we’deda bû mizgegvt, ewê T’irkîayê, osmanar’a oxira mezin anî, û niha, bi delîlî, r’oja azabûna xweye ij kelê dicêr’bîne e’ynî tiþtîva girêde, wekî azabûna wîye ij kelê destanînê mezin, xêra mezin p’êþk’êþî T’irkîayê kirin, û ewê bidome, çaxê H’izret Sofîya wergöhêzî mizgevtêve.

Erdog’an idî 65-66 salîye, divek dilezîne mirazê xwe bive sêrî û isa çawa “Fêt’îhê sedsalîya 21-ê” bik’eve nav t’arîxê. Ev gav îznê dide wî bik’eve nav t’arîxê, çimkî, çawa divêjin, “H’izret Sofîaayê pîroztîya xwe indakir”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button