Society

Ermenîstanêda baxçê neh’îêyî tirîayî herîbilind tê darxistnê

Hevaltîya “Maran”-ê göndê marza Vayos Zorêyî Artabûynk’êda- ser bilindaya ij dereca be’rê 2050-2070 mêtra baxçê nehîêyî tirîayî herîbilind û p’êberjêre bi me’îya senayê dardixe.
Çawa hevaltîyêda dane k’ivþê, baxçe bi têxnologîyaê organîk wê bêcerve û seranser wê nav fîlosofîya xweykirina e’mirp’ÿr’cûr’etîyêve.
Hevaltya “Maran”-ê baxçe bi fînansbûna hindava qölixdarîya pêþdaçûyîna Ort’emiletîyêda û bi alîk’arîya berne’ma “Pêdaçûyîna gönde malhebûnîyê- mecalê malhebûnîêye t’eze” bi qerzê hindava Korporasîya Ermenîstanê û Pêþdaçûyînê û R’ik’inkirina dayînê dardixe.
“Eva berne’ma t’ezevantîêye degmeye, k’îjan h’emtêk’sta wergöhastinê klîmaêye global- warê tirîk’arîyê û þeravk’arîêda qezîayê p’ir’hejmare mexsûsdaye.
Germbûna global e’seyî paþda vedger’e ser pêþdaçûyîna warê paþwextîyê, mecbûrdike r’êsûrsê mewcûd r’ik’inva lêbinihêr’in. Cöda gotî- h’esav didine k’ivþê, wekî 20-30 salê pêþberda ger’a Araratê seva tirîk’arîyê, xazma- þeravk’arîyê wê bive bêkêr.
Pêr’a jî cimhöryetêda fonda meye xwelîêye bi h’ezara hêktaraye bilindcî, kêmxevtandinê heye. Eva h’esavdive, wekî hima îro gere derheqa birina tirîya berva ç’îya, pêþdabirina tirîk’arîya bilindç’îa û þeravk’arîêye meh’kem û  we’dedirêja bifikirin.  H’alê destpêbûna t’ezeda deh-bîst sala þönda cêr’ibandina meye ö’lmî-deranînêye dewlemend, t’erefê pêþdaçûyînêye safî pêþk’ivþkirî û mêt’odê mîaserkirina wan wê heve.
Ev t’emam berê e’wil derheqa t’eþkîla sorta, agrotêxnologîayê germcivandinê û kêmav, xevtandina r’êlîêfa çetin û p’êberjêr û hilbet- þeravk’arîêdaye”,- e’lamne’mêda hatîye gotinê. P’ara berne’mêye îzger’îyê sereê salê destpêbûye, nihalxana sortê cîzayînê hatîye darxistinê. Vê gavê xevata cîcûr’ekirina t’opraxê mîaserdive.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button