Society

Bona ordîyê cemê diha ze’f hima ij CE hatne t’ehwîlkirinê: ij T’irkîaê jî t’ehwîlkrin bûye

Nav t’arîxa þöxölvanîya fonda ewlenivîsara qölixçîyê e’skerîyê cara pêþin ij T’irkîayê delîva tehwîlkiria cemê hatîye qeydkirinê.
Fonda ewlenivîsara qölixçîyê e’skerîyê, k’îjan Ermenîstanêda e’meldike, nav r’ojê h’esavkirî p’êþk’êþdayîna 160 mîlîon drama zêdetir- çawa ardimî bona ordîyê, stendîye.
Siva 20-ê meha tîrmehê Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkiribû, wekî ew, ê kö dixwezin bi vî yan wî cûr’eyî alî ordîyê bikin, dikarin p’êþk’êþdayînê li fonldê bikin. Vê demê malp’er’a fondêda em dikarin bivînin, k’a k’î û çiqa cem t’ehwîldikin.
P’ara we’deye ij 17-ê meha tîrmehê h’etanî 21-ê meha tîrmehê seh’eta 14-ada 160,7 mln dram hatne berevnivîsarê. P’êþk’êþdayîn çawa binelîyê Ermenîstanê, isa jî ermenî, ê kö welatê dinda dimînn, kirine. Saxî, cema hereze’f hima ij Ermenîstanê hatîye t’ehwîlkirinê- 119 mln drama zêdetir. Cîyê dödada t’ehwîlkirinê ij WAY bûyîne- 21 mln dram, lê paþê ij Kanadayê- 3,4 mln dram û ij Ûr’isêtê- 2,55 mln dram. Herpêncê welatê p’êþk’êþkirinê hereze’f kirî Fransîa xitimdike, ij k’ö 2,51 mln dram hatne t’ehwîlkirinê  li fondê.
Ew  pirs balk’êþe, wekî nav t’arîxa þöxölvanîya fondê cara pêþin p’êþk’êþdayîn ij T’irkîayê hatîye qeydkirinê. R’aste, cema hatîye t’ehwîlkirinê ze’f hindike- 3400 dram, lê delîlê dikarin h’esavkin ya r’emzî
P’êþk’êþdayîn pey 12-ê meha tîrmehê- pey e’ynata ser sînorê ermenî-adrbêcanî h’ökömkirinêr’a çapikbûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button