Society

Göhastin qeydê t’êstkirina koronavîrûsêda: idî e’seyî nîne hîvîya 38,50 derecevin

Wezaret qeydê t’êstkirina koronavîûrsê digöhêze. Arsên T’orosyan fermana t’eze qolkirîye.
Wezarea CE S-ê qeydê t’êstkirina koronavîrûsê göhastîye. Çawa malp’er’a wezareta CE-êye S-e r’esmî e’lamdike, bi h’esavhildana h’alê Ermenîstanêda koronavîrûsêva girêdayî, göhastinê angor fermana wezîrê S-êda bûne. Virhada xeleqa xweykirina sag’lemîêye pêþinda û îdarê  doxtirîyêda, pasîênt dikarin t’êstkirina nexweþîya koronavîrûsîyê derbazvin, 37,5 dereca germa k’ê, nexweþîya k’êye bînk’iþandinê yan zedenîþê k’îjanaye dine þikberîyê hene. Em bidine k’ivþê, wekî bi fermana berê 38,5 derece h’esavdibû germa lazim. Bi fermana wezîre t’eze- cedvela kesê t’esmîlî t’êstkirinê isa jî bi qeydê t’eze t’ambûne. Awa- virhada pasîêntê bi zedeqirarkirina isa jî “tûbêrkûloz” saxtîkirina t’êsta koronavîrûsê wê derbazvin- berî destpêkirina qenckirinê, lê isa jî pasîênt, ê kö hêmodîalîzê distînn û desta xizmeta wan dike. K’arêk’etî û xevatçîyê isa jî t’eþkîletê dadayî (îdarê t’îmarkirina kal-pîra û seqetaye p’êþek’arbûîye r’ojê, îdarê r’öh’qenckirinêye doxtirîyê û wekî din), lê isa jî  ew xevatçîyê xizmetk’arîya cezaqedandinê, ê kö t’ev meh’kûma nav hevsûbûna k’esene. Ew xevatçîyê meqametê sag’lemîxweykirinê jî t’êstê wê t’esmîlkin, ê kö îzger’îya, nimûnhildanê mîaserdikin û k’ese nav xevata zedeqirarkirina koronavîrûsêye laborator daxilbûyîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button