Society

Hevaltîya Nûbar Afêyan sirîya cêr’ibandina p’êwenda koronavîrûsêye pêþin xilazkirîye​​​​​​​

​​​Cêr’ibandin ser 45 merivê e’mirda mezine sag’lem hatîye kirinê, ê kö 28 r’oja bi  navbir’îîyê 2 p’êwend stendine. R’oja cêr’ibandinêye 67-a bal wan hejmara e’k’sîbedena 2-4 cara ij hejmara e’k’sîbedenê bi r’iya e’slî nexweþî alt’kirî derbaztirbûye. Hevaltîya “Modêrna”-ê, h’emh’îmdar û serwêrê k’îjanêyî sereke Nûbar Afêyanê ö’limdar, k’arbidest û xêratk’arê e’silermenîye, sirîya cêr’ibandina p’êwenda miqabilî belqîtka Kovîd-19-ye klînîkîêye pêþin xilazkirîye. P’êla dûrdîtinoka NVS-ê salix e’lamdike.

Cêr’ibandin ser 45 merivê ij 18 h’etanî 55 salîye sag’lem hatîye kirinê, k’îjana bi navbir’îya 28 r’oja dö p’êwendî stendine. T’vbûyê cêr’ibandinê p’areveyî ser sê k’oma bûne,  ij k’îjana ya pêþin bi p’arê 25 mg p’êwend stendîye, ya döda- 100mg., ya sisya- 250 mg.

Bal t’emamîya t’evbûyê cêr’ibandina sînt’êza e’k’sîbedenê Kovîd-19  r’öh’darûye, û r’oja cêr’ibandinêye 67-a bal wan qedera e’k’sîbedena 2-4 cara ê bi r’iya e’slî nexweþî alt’kirî derbaztirbûye.

Axirîya cêr’ibadinêda pirsgirêk yan t’esîra cidî nehatne t’exmînkirinê.

T’esîrê r’exdaye bal p’ir’anîya  t’evbûya pêþdahatî westandin, r’icaf, serÿþ, tamarÿþ û ÿþa cîyê  derzîkirinê bûne.

Dîharbûnê ne h’izkirî pey  p’êwendîbûna dödar’a dîharbûne, xazma delîva derzîkirina bi çapa bilind.

3 t’evbûyê k’oma 250 mg p’êwend stendî (21%) derheqa çend t’esîrê r’exvaye giranda e’lamkirîye.

Cêr’ibandinê p’êwendê didomin.

Em bînne bîr- Arsên T’orosyanê wezîrê CE-êyî sag’lemîxweykirinê e’lamkiribû, wekî Ermenîstan t’ev hine hxevaltîya, nav wê hejmarê- hevaltîya Nûbar Afêyane “Modêrna”-ê, k’îjan pêwendê berdidin, hevr’axeverdana dimeþîne.

Wezîr e’lamkiribû, wekî Ermenîstan gere e’wil deranînçîya potênsîalr’a p’evk’eve- t’erefê destanîna wê hangava pey dîharbûna p’êwendêye sûkêda.

Pirsa k’ir’înêda h’ökömeta CE isa jî t’ev dîwanxanê T’MY û T’SH’-ye angor hevr’axeverdana derbazdike.​​​​​​​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button