Politics

Hedefkirina göndaye sûck’ar t’er’ibandina heqê ort’emiletîêyî hûmanîtare: Nag’dalyan

Zarbêja WK’D bi e’lametîyê pêþda hatîye- bi paþdaveger’andina ser e’melê qewatê adrbêþanîy sîlih’bûyî.
Adrbêcan gere hangava e’melê ser sînorê: ermenî-adrbêcanî r’awestîne: belgê xweyî t’or’a Fêysbûk’-êye sosîalîêda Anna Nag’dalyana zarbêja wezareta CE-êye K’D nivîsîye.
“Em cêr’ibandinê Adrbêcanêye dayîme xweykirina e’ynatê ser sînorê ermenî-adrbêcanî t’erefê þimal-r’ohlatêda û hedefkirina binxeleqê göndê marza Tavûþêye Çînarîyê û Aygêparêye bajar’vanîyê û binelîaye sûck’ar berk’ t’enqîddikin. Eva t’er’ibandina heqê ort’emiletîyî hûmanîtare aþkelaye”,- Nag’dalyanê nivîsîye.
Bi gilîyê wê- Adrbêcan gere gavê angor seva betalkirina e’ynata paþwextîyê bike, seva encamê k’îjanê t’emamîya cvadarîyê dik’þîne.
Em bînne bîr, wekî 12-ê meha tîrmehê, nêzîkî seh’eta 12.30 deqe, qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûîye e’skerîyê bi  avtomaþîna cûr’ê ÛAZ t’erefê Tavûþêda cêr’ibandine sînorê CE-êyî dîwanî bit’er’ibînin. Pey e’þiratîya alîyê ermenîr’a qölixçîyê Adrbêcanêye e’skerîyê, cîda hiþtina avtomaþîna cûr’ê ÛAZ, veger’yane li qeleça xwe.
Seheta 13.45 deqe qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye  sîlih’bûîye e’skerîyê cêr’ibandina zevtkirina qeleça qewatê ermenîye sîlih’bûîye sînor wek’ilandine, bi xevtandina agrê t’opbarankirinê, lê ij alîyê ermenîda hatne h’incir’anldinê û bi dayîna derdaynîna- paþda hatne avîtinê.
Diha dereng e’yanbû, wekî alîyê adrbêcanî t’opbarankirina t’erefê qeleçê Tavûþêda careke din destpêkirîye. Þûþan Stêp’anyana zarbêja wezareta CE-êye xwexweykirinê e’lamkir, wekî pey navbir’îya dö-sê seh’etar’a neyarê careke din e’melê fesadîyê destpêkirîye- bi domandina t’opbarankirina t’erefê qeleçê ermenîda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button