SocietyTop

We’denivîsara t’arîxa ÿzdîya, qal û cengê hinda Þengalêye sala 1613-a

Dewr û zemana Þengalê çawa sit’ar qölixî ÿzdîyê kêmjimar kirîye û ew nav we’de seva ÿzdîya wergöhêzî neh’îya jîyînêye diha ferz bûye. Warê vê neh’îêyî bi ç’îa û banî miqatî ÿzdîya bûye û mecal daye wan, wekî ew serfinyaz ij ÿrîþbira xwe bip’arêzin, ê kö bêh’ed û h’esav cara kirine ÿzdîya bînne r’ayê.
Seva ÿzdîya qîmetê Þngalêyî ne kö t’enê t’arîxî heye, lê isa jî ew  wergöhêzî berxwedanê ÿzdîyaye encama þer’ û de’wê bêhejmarda bûye. Nenihêr’î wê yekê, wekî ew ç’îada bi dijmin û neyara h’esarbûyî bûne, ÿzdîya karibûye serbestîya vî cûr’eyî û zoraya e’skerîyê pêþda bivin, çawa Þengalêd», ne kö t’ö cîkî din. Çawa Con-Spênsêr-Çêrçîlê t’arîxnasê e’slê xweda birîtanî, birazîyê Wînst’on Çêrçîl, derheqa ÿzdîyada gilîdike: «Nêzîkî aqila nîne, wekî ev cime’ta Laliþêda, nenihêr’î bi deha ÿrîþanîna, zêndî maye, bi mêranî þer’kirina miqabilî neyarê  zor û zörbe”.
Nav mîrê osmanî û k’örda ÿzdî bi ösyanê xwe e’yanbûne, wana miqabilî sörmanê dijmin þer’k’arî kirîye. Her t’enê Þengalêda ÿzdîya töriþdikir xerc û xer’aca nedine h’ökömdarê osmanîyê û t’esmîlî wanvin, nnihêr’î ev neh’î bi delîlî qezake h’ökömdarîya osmanîêbû. Li Þengalê ÿzdîya h’eta töriþdikir ÿrîþa bivne ser karvanê osmanîêye t’öcarîyê. R’êwîyê avropîye diha dereng jî Þengal navdikirin “dewlet nav dewletê”. Lêbelê, qîmetê vê azayê giranbû: ÿzdî mecbûrbûn t’önekirin û qir’ê bihejmar bivînin, bijîn. H’ökömdarê Mûsilê, Beg’da, lê isa jî serk’arê k’örda û wezîrê osmanîêye mezin ÿrîþ dibirne ser ÿzdîyê Þengalê, bi köþtina bi h’ezara ÿzdîya. Jin û zar’ dibûne hêsîr, bende, lê binelîyê mêr diköþtin.
Li Þêxanê, gele tiþt dest h’alê nevxêr, sîasîêva girêdayîbû, wekî ÿrîþkirinê pêþdahatinê paþda bavêjin- lê ew degme îht’îmalbû. Ÿzdîya Þengalêda k’arê xwe þêr’ dikir, çaxê niþkêva qezîyake dijmine ç’ûk pêþda dihat. Ç’îa û banîyê Þengalêye asê serdestîya ferz dida ÿzdîya, nenihêr’î ne k’amilîya wan nav hejmarê û sîlih’darîyê. Seva h’ökömdarê osmanîyê  Þengalê serdestîya wane t’exmîn dikire bin þikê û ç’e’vkanîya þer’ û de’wê miqîmîbû. Ÿvlîya Çêlêbîyê t’arîxnasê osmanî (1611-1683), ê kö dö cara li Þengalê qesidîbû, ÿzdî nitirandibûn çawa merivne þêr’e xört û qalbûyî, ê kö hila hê zar’otîyêda k’arê kör’ê xwe þêr’ dikirin.
Sala 1613-a Nasûh-p’aþa wezîrê mezin, ê kö li qeyserîya osmanîyê wî çaxî mervê dödayî herît’esîrdarbû, ÿrîþa miqabilî neh’îya Þengalê t’eþkîlkir. T’ev bi deha h’ezara e’skerê osmanîyê û bi alîk’arîya mîrê k’örda wezîrê mezin leqîya berva qönt’ara ç’îayê Þengalê û ÿzdî kirine nav h’esarê. Wî þer’ê qet’il û xûnêda ÿzdîya ordîya Nasûh-p’aþa (Gyûmyûlçînêlî Damt Nasûh-p’aþa) alt’kir û 7 h’ezar e’skerê wî zêdetir köþtin. Seva osmanîya ev þer’ derdayîneke here wêranbûnê bû. Bal ÿzdîya dewra Nasûh-p’aþa xilazbû, ê kö salekê þönda Stembolêda mir.
H’eta 40 sala þönda alt’bûna Nasûh-p’aþa hila hê bîra osmanîya nediçû. Sala 1655-a Fîrar Mûstafa-p’aþayê walîyê Dîarbek’irêyî osmanî t’ev orîya zor  leqîya berva Þengalê, wekî careke din ÿrîþê bive ser neh’îya ÿzdîya. E’sekrê wî sond xwerin h’eyfa wezîrê mezin û 7 h’ezar e’skerê köþtî hildin.
Lê ÿzdî ij qewatê neyarêye zêde netirsyan û nebizdyan. Saya ç’îa û banîya, ÿzdîyê ösyanvanr’a lihevhat neyarê  zor alt’kin. Çawa Nasûh-p’aþa, Fîrar-p’aþa jî mecbûrbû bê r’ayê û ij Þengalê her’e. Û dîsa ÿzdîya karibû h’emdê xweyî þer’k’arîyê û jîyînê t’eþhîrkin, lê isa jî ij h’ökömdarê îslamîyê miqatî azayî û serbestîya xwevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button