PoliticsTop

Qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyî döh û îro qeleçê ermenî gölebarankirine

12-ê meha tîrmehê r’o seh’eta nîvê 12-a, qölixçîyê qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyîye e’skerîê bi avtomaþîna cûr’ê ÛAZ t’erefê Tavûþêda cêr’ibandina t’eribandina sînorê CE-êyî dîwanî kirîye, derheqa vê yekêda Þûþan Stêp’anyana k’ativa wezîreta CE-ye e’skerîêye çapgerîyê e’lametî kirîye.
Stêp’anyanê e’lamkirîye, wekî îro-13-ê meha tîrmehê, pey navbir’îya dö-sê seh’etar’a, vêsvê neyarê e’melê fesadîyê careke din destpêkirîye- bi dûmandina t’opbarankirina t’erefê qeleçê ermenî. Hindava qewatê ermenîye sîlih’bûyîda cava angor hatîye dayînê.
“Döh pey cêr’ibandina t’er’ibandina sînorê CE-êyî dîwanîye pêþinr’a pey e’þiratîdayîna alîyê ermenîr’a qölixçîyê Adrbêcanêye sîlih’bûyî bi cîda hiþtina avtomaþaîna ÛAZ, veger’yane li qeleça xwe. Seh’eta 13.45 deqe qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyîe e’skerîyê cêr’ibandina zevtkirina qeleça qewatê ermenîye sîlih’bûy wek’ilandîye, bi xevtandina agrê  t’opa, lê hindava alîyê ermenîda hatne h’incir’andinê û, bi dayîna derdayîna, paþda hatne avîtinê”,- Stêp’anyanê e’lamkirîye- bi serdazêdekirina, wekî ij alîyê ermenîda derdayîn t’inene.
Wezareta Adrbêcanêye e’skerîyê e’lamkirîye, wekî dest delîva 12-ê meha tîrmehê ser sînorê ermenî-adrbêcanî bûyî dö qölixçîyê adrbêcannîye e’skerîyê hatne köþtinê, 5 jî- birîndarbûne. Nexweþxanêda birîndarek jî mirîye. Qewatê ermenîye sîlih’bûyî aleteke qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûîye bêfir’indeçî fir’înê t’önekirîye.
Wezareta CE-êye K’D e’melê t’erefê Tavûþêdaye hindava Adrbêcanêda mîaserbûnê berk’ t’enqîdkirîye. Davît’ Tonoyanê wezîrê CE-î xwexweykirinê derheqa e’melê hindava Adribêcanêda t’erefê Tavûþêda gemberdayîda t’ev Ancêy Kasprçîkê wek’îlê sedrê  T’ÞBA-êyî e’meldayî þexsî qisekirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button