Society

Ê kö nexeþîyê wane bînk’iþandinê hene, warê vekirîda dikarin niqabê girênedin, lê t’emesûka wane doxtirîyê gere heve

Bi meremê betalkirina belabûna koronavîrûsa t’ezeye îht’îmal lazime bi cûr’ê herî berk’ miqatî qanûnê r’êjîma h’alê sirêdere hiqûqîyêvin. Girêdana niqabê warê civakîda, nav wê hejmarê- sebirgehada, ij wan qanûnaye.

Niqabê gere isa girêdin, wekî him poz, him dev dade. Bi qirara h’esase t’eze- ê kö nexweþîyê wane bînk’iþandinê hene, warê civakîye vekirîda dikarin niqabê girênedin. Ew kes, delîva girênedana niqabê, h’erke t’emesûka doxtirîêye derheqa nexweþîyêda t’emsîlî  xizmetk’arê polîsîayêkin, dêmek nisbetî wan tênivîsarê neyê t’eþkîlkirinê. Delîva t’emsîlnekirinêda tênivîsarê t’eþkîlve.

H’erke wexta meþa fermandarîyê t’emesûka doxtirîyêye derheqa nexweþîyêda t’emsîlve, dêmek meþê körtve. Em tînne bîr, wekî gilî derheqa her t’enê girênedana niqabêye warê civakîye vekirîdaye. Saxî, ij  e’lamkirina h’alê sirêder h’etanî îro bi delîlê girênedana niqabê warê civakîye vekirîda 45.682 tênivîsar hatne t’eþkîlkirinê. Em dikne bangî bi cûr’ê herîberk’ miqatî t’emamîya qanûnê bêqezîabûna e’k’sîbelqîtkêvin: ew ij k’ara me diher’ike. ​​​​​​​​​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button