Binelîyê Ermenîstanê bêy vîza dikarin her’ne 63 welata: îndêk’sa pasporta hatîye belakirinê

Yaponîya pêþdabira îndêk’sêye: ê kö pasporta wane welatê nedirdayînê heye, bêy pêkanîna vîzayê dikarin li 191 welata biqesidin.
Ermenîstanê r’eqemnîþa îndêk’sa pasporta baþkirîye- nav pênc meha bi bilindbûna bi derecekê. Hevaltîya “Hênlês end p’art’nêrs”-ê îndêk’s belakirîye. Ew dide k’ivþê, k’a xweyê pasporta filan welatîî bêy vîza dikare li çend welata biqeside.
Ê kö pasporta wane Ermenîstanê heye, bêy vîza dikarin li 63 welata biqesidin, k’îjan bi yekî ij r’eqemnîþa berîn belabûyî zêdeye. Welatê zêdebûyî Çînstane. Bajar’vanê Ermenîstanê ij meha îsaline k’anûna paþin bêy vîza dikarin li Çînstanê biqesidin. Îndêk’sa pasporta Ermenîstanê cedvelêda ya 80-ye.
Ij welatê cînarê me Görcistan ya 53-aye (116 welat), Adrbêþan- 76-a (67 welat), Ûr’isêt r’ûmetnîþêda cîyê 51-ê mijûldike. Bi pasporta ûr’isa aza dikarin derda her’ne 118 welata.
Yaponîa pêþdabira îndêk’sêye: ê kö pasportê wane nedîrdayînê heye, dikarin bêy pêkanîna vîzayê li 191 dewleta bibqesidin. Cîyê dödada Sîngapûre- 190 welat, cîyê sisya Almanîa û Korêa Ce’nûbê nîvîdikin: bajar’vanê van welata bêy vîza dikarin her’ne 189 welata. Isa jî Îspanîa, Îtalîa, Avstrîa, Portûgalîa, P’adþatîya Yekbûyî, WAY, Þvêysarîya, Yûnanstanê, Malt’a, Avstralîa û Kanada her dehê pêþindanin.