Society

Lawkê þer’ê meha nîsanêva derbazbûyî bi destê xwe avtomata berevdikin​​

Ermenîstanêda “niha heqê me heye em nav salewextê h’etanî 50 h’ezar avtomata berevkin. Qonaxa deranînêye pêþinda avtomat bi dêtalê ij welatê dereke anîhatî wê bêne berevkirinê. P’êþezan,  ê avtomata berevdikin, þer’ê meha nîsanêva derbazbûne, r’esûltîyê e’dlayîp’arêzîyê Efg’anistanê û Kosovoyêda mîaserikirîye. Ne kö bi berne’ma mek’t’evê haþ sîlih’ê hene, lê- bi cêr’ibandina xwe. Ew qölixçîyê e’skerîyêne, ê kö ösûla xwexweykirinêda qölixkirine û xevatîne”,- Îgor Gardîênkoyê dewsgirtyê serk’arê hevaltîyê got.

Hevaltîyêda modêla cûr’ê “Kalaþnîkov”-î t’eze- AK-103, tê berevkirinê, qedera k’îjanêye pêþin wê biþînne her t’enê qewatê CE-êye sîlih’bûyî, lê qederê din îht’îmale- isa jî bêne deranînê.

“Qederê avtomataye pêþine mezin wê bidine qewatê sîlih’bûyî, paþê, çaxê xwestina wezareta CE-êye xwexweykirinê bê r’azîkirinê,  bi îzindayîna T’Û emê isa jî pirsa deranîna sîlih’ê e’ne’nekin”,- Gardîênko da k’ivþê.

Tê têr’adîtinê qedera avtomataye pêþin idî xilazîya meha tîrmehê t’emsîlî wezareta xwexweykirinêkin, lê nîvê sala 2021-êda bigihîjne qonaxa deranînêye sisya, çaxê avtomata “Kalaþnîkov” ne kö t’enê wê bê berevkirinê, lê dêtal bi dêtal Ermenîstanêda wê bê deranînê.

Sala 2021-ê tê  têr’adîtinê Ermenîstanêda isa jî destpêbûnê bidine deranîna fiþeka. Bi gilîyê Armên Baxþyanê înjênêrê hevaltîya “Nêytron Yektîya Ö’D”-êyî sereke- cîderecêda, k’îjan þeherê Abovyanêda tê avakirinê, xetê r’ewanêye t’eze, k’îjan ij Ûr’isêtê û Îtalîayê têne anînê, wê cîwarvin û fiþekê cûr’ê t’eze wê bêne berdanê.

“Salewextêda 150 mln fiþekê bêne deranînê. Xevata t’ivdarekdîtinê nêzîkî xilazîyê dive, k’arxane nîvê saltireke dinda wê destbi e’melkirinê bike. Vira weke 1200 kesê bixevtin”,- Baxþyan got.

Înjênêrê sereke da k’ivþê, wekî salekêda 150 mln fiþek seva r’ewacê Ermenîstanê ze’fin, û p’areke deranînê, îht’îmal, isa jî bê deranînê li welatê din.

Destçêxane ser h’îmê þertne’ma hevk’arîya hevaltîya “Nêytron Yektîya ö’lm deranînê”-ye girtîye xweyp’ar ûkonsêr’na ûrxisaye”Kalaþnîkov” hatîye darxitstinê, k’îjan axirsongî 15-ê meha sala 2020-îye gölanê bi moleta 10 sala morbûye.​​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button