Politics

Zarbêja serekwezîre çapgerîyê e’lametîya Îlham E’lîêvva dengvedaye​

​E’lametîyê Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanêye r’okê pêþda neh’îya Xat’ayêda kirî min xwend û gere bêjim, wekî cêr’ibangdinê derdaçûyîna sedrê Adrbêcanêye li k’ûrayê t’arîxê r’astî jî ê pêk’enandinêne. Derheqa vê yekêdla Manê Gêvorgyana zarbêja serekwezîrê CE-êye çapgerîyê belgê xweyî fêysbûk’îêda nivîsîye.

Ewê, cöda gotî, daye k’ivþê:

“Min e’lametîyê Îlham E’lîêvê sedrê Adrêcanêye r’okê pêþda neh’îya Xat’ayêda kirî xwend û gere bêjim, wekî cêr’ibandinê sedrê Adrbêcanêye dayîme k’etina li k’ûrayê t’arîxê r’astî jî ê pêk’enandinêne. Ew diwek’ilîne, wekî þertne’ma K’yûrakçaêye serê sale 1800-î morbûyîda derheqa ermenîyada t’ö bîranînek t’ine.

Em bi dilê sag’ fikirîne, wekî maqûl E’lîêv haþ þöxölê t’arîxnîvisara antîke herepopûlyar- t’arîxa  Hêrodotos, “Paþdasekinanadin p’ir’hejmar”-e K’sênop’on, “Dinîanîgarî”-ya Strabon, Plînîos Mezin, e’frandinê Plûtark’os, Kassîûs, Appîanos, Takîtos, Ammîanos, Markêlînos, Balazrî, Al Masûdîyê e’frandarê e’reb, R’ûbrûk û Marko Poloyê r’êwîyê avropîye bi nav nîþan heye, k’îjanada derheqa  welatê Ermenîstan-Armênîa t’ewratê û cime’ta wêye binecîye ermenîda gele made cîwarbûyîne.

H’erke maqûl E’lîêv ît’bara xwe li e’frandarê jorgotî nayne, barê  xwer’a bidîta e’frandarê osmanîye sedsalîyê 16-19-a- Îbrahîm P’êvçêvî, Mûstafa Nayîmayî, R’eþîd, Îsmayîl Asim Efendî, Sûlêyman Îzg’î, K’yat’îb Çêlêbî, Ah’med Cêfdêt’ Paþa, Ÿvlîya Çêlêbî bixwenda, p’areke ij k’îjana ne kö t’enê salxê t’ije derheqa dinîa Ermenîstanêda e’lamkirîye, lê bi kirina r’êwîtîyê Armênîa-Ermenîstanêva, t’ev ermenî-xaçp’arêzê binelî hevsûbûne.

Yanê na bi xeverdana derheqa hebûn-t’inebûna t’emesûkekêda zik’irkirina ermenîa xwexa xwe nekira h’alê xirav. Ij we’dê antîk ermenî û Ermenîstan e’frandinê t’arîxnivîsarêda, t’emesûk, xerîtê t’arîxîda têne bîranînê.​​Me t’irê, zanebûna maqûl E’lîtêv gere îzin bida wî derheqa Amarasê, Dadîvank’ê, Ganzasara sedsalîya 13-aye hila hê sedsalîyê navînda Arsaxêda hindava ermenîyada avakirî û bi tênivîsaorê bi h’erfê ermenî wergirtî gere bizanbûya.  Eva xilazîyê saxî, h’etanî we’dê þertne’ma maqûl E’lîêve zik’irkirî nîvê sedsalîya 18-ayî pêþine Arsaxêda hindava ermenîyada e’firandî, hindava Nadir Þahê Îranêda bi fermana mexsûs merk’eza melik’tîyê Xamsaêye welat t’ifaqdarê Îranê naskirîye r’öh’anîbû.

Û ne kö P’aþînyanê serekwezîr divêje, wekî Arsax Ermenîstane, lê hima Amaras, hima Dadîvank’, hima Ganzasar- bi  nivîsarê xweye ermenî.

Maqûl E’lîêv dicêr’bîne biwek’ilîne, wekî konfêransa Myûnxênêda P’aþînyanê serekwezîr çawa ermenî p’adþak t’emsîlkirîye, çî k’îjanîyî t’omerî t’ev cime’ta ermenîya qet t’inebûye.

Barê ij e’frandarê jorgotî þermkira. R’aste, wana derheqa Adrbêcanêda tiþte nenivîsîye, lê ew xwe gönek’ar nînin, wekî t’opraxa Adrbêþanêye vê gavêda h’etanî sala 1918-a r’astî welatê heman nehatine. H’erke gilîyê wî derheqa Atrpatakana îranîdaye, k’îjan niha jî cîyê xwedaye- li þimal-r’oavay Îranê, dêmek çî wê welaêt nek’etîye serk’arîyê li kîjanî ew dike. H’erke wê pirsêda jî dixalife, dêmek dikare xîtafî t’arîxnasê îranîye h’emzemanîve, ewê jî zanebûnê E’lîêv dewlemendkin.

Çi dimîne seva pêvajoya pirsa Qerebagêye hevr’axeverdana, e’lametîya maqûl E’lîêve xilazîyêda me’nîya serr’astnebûna pirsê safî hatîye bîranînê: ewe, lap ber tiþtekî h’esavnekirina heqê cime’ta Arsaxê.

Û bajar’vanê Arsaxê vê yekêva çawa gere dengvedin? Fe’mdarîye- gere miqatî heqê xwevin, û h’etanî Adrbêcanê ew heq nasnekirîye, hevr’axeverdan nikarin ê k’ardarvin. Nav wê hejmarê heqê ermenîyê Arsaxêyî bi heqê t’amî hevr’axeverdanê dora heqê arizî meþêda.

Axirsongî, P’aþînyanê serekwezîr qirara safî pêþda k’iþandîye, wekî pêvajoya hevr’axeverlana bike ya k’ardar: her safîkirineke pirsa Qerebag’ê seva cime’ta Ermenrîstanê, cime’ta Arsaxê û cime’ta Adrbêcanê gere ya safîkirinêve. Evê qirarê civaka ort’emiletîyê qebûldike, lê maqûl E’lîêv vê  qirarê qebûlnake, bi wek’ilanldina, wekî serr’astkirina pirsê gere her t’enê seva cime’ta Adribêcanê ya qebûlkirinêve.

Û ew me nav faþîzmê gönek’ardike? Û çima t’imê diwek’ilîne, wekî safîkirina pirsa Qerebag’êye  e’skerîyê heye?

Dengvedana me ya e’ynîye: h’erke safîkirina pirsêye e’skerîyê heye, dêmek bajar’vanê Arsaxê ew pirs zûva safîkirine.

Maqûl E’lîêv nav serr’astnebûna pirsê h’emsedrê k’oma T’BHA-êye Mînskê, Ermenîstanê, heqîya t’arîxî gönek’ardike, lêbelê gere her t’enê xwe gönek’arke, wekî zûva ij deþta e’ne’nekirinê avakirinê dûrk’etîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button
Close