SocietyTop

Gazîkirina li e’skerîêye havînê destpêbûye: t’emamîya cindîya têne t’êstkirinê​

​T’edbîrê e’k’sîbelqîtkêye berk’ t’eþkîlbûne, wekî cindîyê belqîtbûyî ordîyêda dîharnevin.

Îro gazîkirina li e’skere havîna sala 2020-î destpêbûye. Þûþan Stêp’anyana zarbêja wezîrê CE-î e’skerîêye çapgerîyê belogê xweyî “Fêysbûk’”-êda ij cindîya fotoþikil belakirine- bi e’lamkirina, wekî t’emamîya cinlîya berî çûyîna li qölixê e’seyî têne t’êstkirinê, paþê t’enê t’ev p’eþkavîtinê divin.

“Merh’ela cimhöryetêye merk’ezîêye berevbûnêda t’ev mîaserkirina pêvajoya gazîkirina li e’skerîêye havînêye layîq bi meremê betalkirina derbazbûna belqîtkêye li qwatê sîlih’bûyî t’edbîrê  e’k’sîbelqîtkêye berk’ t’eþkîlbûne”,- Stêp’anyanê nivîsîye.

Ewî daye k’ivþê, wekî nav herdö mehê pêþber bi seda cahil- yek meþqçî, yek sazbend, ê din- malhebûnnasê pêþer’ojê, ç’eka ordîya miletîyê wê xwekin û wê bivne e’sker- bi domandina bêt’er’ibandinsînor xweykin. Stêp’anyanê qölixa layîq û xêrê cindyar’a xwestîye.

Em bînne bîr, wekî meha derbazbûyî Artak Davt’yanê midîrê þtaba qewatê CE-êye sîlih’bûîye sereke, gênêral-lêytênant e’lamkiribû, wekî qewatê sîlih’bûyîda, bextr’a, belabûna koronavîrûsêye fire t’ine, ê belqîtbûyî hindikin, delîvê giran bawerbike t’inene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button