SocietyTop

Îraqêda t’evbûna kêmjimaraye sîasîyê

Xerîta herek’etaye sîasîyê û r’ewanê sîasîyê, k’îjan wek’îltîyê ÿzdîya dikin
Îraqêda t’ö t’eþkîlet yan r’ewaneke sîasîêye h’emt’omerî t’ine, k’îjanê ÿzdî wê t’emsîlkirana. Lê meyana sala 2003-a hine ÿzdîya firqa sîasîê t’eþkîlkir, bi serwêrîbûna bi fermandarîya we’delî û Þêwra midîra. Firqe bin nave “Herek’eta ÿzdîaye boy wergöhastina û pêþdaçûyînê” hate e’lamkirinê û hindava Emîn Ferhan Çêcû û H’emed Mat’vêva hate serwêrîkirinê (ê kö paþê ij fir’qê derk’tin û firqa xweye þexsî, firqa pêþdaçûyîna ÿzdîaye Sîncarêda e’firandin). T’esîra herek’eta ÿzdîyaye boy wergöhastina û pêþdaçûyînê Sîncarêda qewînbû, lê ne kö- li neh’îya Welatî (Þêx). Eva wê yekêva tê þirovekirinê, wekî îzin nedane wê þöxölvanîya xwe neh’îada mîaserke û t’esîra xwe belake, k’îjan, bi erêkirina r’êberê herek’etê, k’ese bin h’ökömê derge-dîwanê neh’îêdabû.
Herek’eta ÿzdîaye Azaye Dêmokratîyê (T’ÊVDA) sala 2004-a hate darxistinê, û komîtêya wêye t’ivdarekdîtinê h’emcivata xweye h’îmdanînê 1-ê meha sala 2004-aye sivatê Mûsilêda derbazkir. Meremê vê herek’etê ê sinifî nîne û sinifeke berç’e’vva hinartî nîne, lê diha zû  daxilkirina t’emamîya civaka ÿzdîyava hinartîye. T’ÊVDA-ê isa jî piþta heqê jina digirt û azaya jina û  meh’kemkirina serwextbûna  civakî binxetdikir. Evê t’eþkîletê domand Sîncarêda çaipik e’mel bike, û dilqê wê pey hindava de’îþ-êda zevtkirina  Sîncarêr’a zêdebû, çimkî ew bû xeleka p’evgirêdanê li t’eþkîlkirina avangarda qewatê p’arastina Þengalê (ÎPS).

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button