PoliticsTop

Qewatê e’skerîyêhewê avîaderb gîhandine Þengalê​​​​​

Fir’indê t’irka cêrge avîaderb gîhandine neh’îyê Þengalêye ç’îya. Bi salixê e’wil, ij binelîyê cî kes ziyanê nek’etîye. Wezareta T’irkîaêye xwexweykirinêda e’lamkirin, wekî avîaderb miqabilî k’omê Firqa k’ördaye p’alaye sîlih’bûyîva hinartîbûn, k’îjan ç’îayê Þengalêda k’etine qeleça.

Nazîya Mûrada heqp’arêza ÿzdî, xelatbira r’ewa nobêlîêye e’dlayê gazî h’ökömeta Îraqê û civaka ort’emiletîyê kir berk’tîyê dîharke û agrêsîa t’irka r’awestînin.​​​​​​​​​​​​​

“Ç’îayê Þengalê niha h’esavdivin goveka e’skerîyê. Bat’mîþkirê t’irka çend neh’îya bombebarandike… (…) Gelo, h’ökömeta Îraqê û civaka ort’emiletîyê k’engê wê töriþkirin û h’emdê sîasîyêye seva safîkirina pirsgirêkê bêqezîabûnêye Þengalêda dîharkin”,- Nadîya Mûradê pirsî.

Firqa k’ördaye p’ala k’omê xwe sala 2014-a kirine Þegngalê seva þer’k’arîyê miqabilî k’omê DÎ-êye tirsk’arîyê û çapik alî e’frandina r’ezedilvanê Qewatê Þengalêye xwexweykirinêye ÿzdîya kirîye. Meha sala 2018-aye adarê FK’P’ e’lamkir derheqa derxistina k’omê xwe ij Þengalê dest qezîya dak’ötana li neh’îyê ÿzdîya.Lê qewatê xwexweykirina Þengalê derbazî bin qolê qewatê Îraqêye sîlih’bûyî bûn, lê bi delîlî û þöxölda h’esavdivin þaxê FK’P’. Isa jî qömandarê li xeleqê FK’P’ serk’arîyê te’lîmkirî serk’aryê Qewatê xwexweykirina Þengalê hene, ê kö bi fikrê û sîasî xwe xeta firqa xwe digrin û li ser þer’vanê xwe beladikin. Em bînne bîr,  wekî h’evtya derbazbûyî þer’vanê FK’P’ sê mêrê ÿzdîya ij neh’îya Þengalê r’evandine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button