
Derheqa vê yekêda nav t’evt’îþkirinêda tê gotinê, k’îjan hatîye belakirinê.
Çawa “mêdportal.r’û” e’lamdike, e’fandarê t’evt’îþkirinê nexweþk’etin Nyû York’ê û Îtalîaêda þirovekirine, k’ö li hêlana belabûna belqîtkê girêdana niqabaye e’seyî hatîye kirinê. Ö’limdar dixwezin serwextvin, k’a ew t’edbîr çawa dike ser belabûna belqîtkê. Çawa safîbûye, saya wê kêr’ê nexweþk’etinê nazilbûne û meh’kembûne.Bi h’esavkirina ö’limdara girêdana niqaba ij 6-ê meha nîsanê h’etanî 9-ê meha gölanê Îtalîaêda 78 h’ezar delîvê kovîd-19 zêdetir betalkirîye û ij 17-ê meha nîsanê h’etanî 9-ê meha gölanê Nyû York’êda- 66 h’ezar delîva.
Bi gilîyê ö’limdara- belqîtka koronavîrûsê h’îmlî bi r’iya hewa-dilopa t’ehwîldive, û bi wê me’nîyê girêdana niqaba ij goveka betalkirinê k’ardare.
Ö’limdara daye k’ivþê, wekî xweykirina dûrbûna sosîalîyê, karantîn û ê ç’e’vdayîna hevsûbûna li belqîtbûya qeydê dine lazim, k’ardar û ne bihane.