
Ermenîstanêda 236 bajar’vanê koronavîrûsê k’etî h’ewcê hospîtalkirinêne, ij k’îjana 89 malêda hîvîyêne.Ermenîstanêda bi h’alê îro h’alê 586-ê ij ê koronavîrûsê k’etî girane. Alîna Nîkog’osyana zarbêja wezîrê CE-êî sag’lemîxweykirinê salix e’lamî “Spûtnîk Armênîayê” kir.
“Ij ê koronavîrûsê k’etî h’alê 470 pasîênta girane, lê h’alê 116-a bêh’ed girane. 35 pasîênt alet’a hewagöhastna p’iþikaye nee’slîva kirîne”,- Nîkog’osyanê got.
Ewê isa jî e’lamkir, wekî bi h’alê îro- Ermenîstanêda 231 bajvar’van h’ewcê hospîtalkirinêne, ij k’îjana 89 malêda hîvîyêne, lê ê din- merk’ezê doxtirîêye dinda.
Em bînne bîr, wekî r’okê pêþda Ermenîstanêda hejmara ê koronavîrûsê k’etî bi 397-a zêdebûye û gihîþtîye 17.064-a. Nav r’okê 19 delîvê mirinê hatne qeydkirinê. Arsên T’orosyanê wezîrê CE-î sag’lemîxweykirinê pey r’ûniþtina h’esasxanêr’a e’lamkiribû, wekî ij koronavîrûsê nazilbûna e’mrê mirinêyî ort’e heye.