
K’omê k’ördaye sîlih’biûyî- pêþmerga, li niqitka miqatbûn-derbazbûnê 35 malê ÿzdîya girtine, k’îjana qirarkirîye paþda veger’ne li Þengalê. Çawa ê dîtî e’lamdikin, merv li niqitka Xet’erêye miqatbûn-derbazbûnê qelibîne. R’ojekê zêdetir jin û zar’ bêy alîk’arî û cîwarkirin bin te’va sincirîdane. Nenihêr’î îzna derge-dîwanê qeza Dihokêye dayî, nahêlin meriv t’erka neh’îyê bidin.
“Malê ÿzdîya, k’îjan dixwezin veger’ne li Þengalê,idî r’ojekê zêdetire, wekî li niqitka Xet’erêye miqatbûn-derbazbûnê qelibîne”,- Hollî Const’onê rêpartyor mîkrobloga xweye “T’wît’t’êrêda” e’lamdike.
Axirîyap qir’a sala 2014-ada, 400 h’ezar ÿzdîya zêdetir t’erka Þengalê da û bûne p’enaber. P’ir’anîya wan li çadirgehê li þimala Îraqê sit’arbû, lê p’areke din r’êk’ete berva Sûrîa û T’irkîa cînar. H’etanî niha p’ir’anîya ÿzdîyê p’enaber paþda venger’yaye li malêxwe.
Seveveke sereke, wekî nahêle meriv paþda veger’ne li Þengalê, bi fikira T’eþkîleta p’enaberaye ort’emiletîyê, h’esavdive t’inebûna binxeleqa lazim: dayîna avê, ÿnêrgîa ÿlêktrîkîyê û t’inebûna ardimîya doxtirîêye lazim, lê isa jî mecalê bêqezîabûnêy xirav.