SocietyTop

Nîkol P’aþînyan û neferê mala wî çi hebûk e’lamnivîsîne?​​​

Malp’er’a encomana betalkirina kor’ûpsîaêda e’lamne’ma Nîkol P’aþînyanê serekwezîr û mala wîye salewextê belabûye.

​Serê salê avtomaþîna Nîkol P’aþînyane cûr’ê “Hyûndayî”-ye deranîna sala 2011-a, sala 2012-a p’eydakirî hebûye, k’îjan meha tîrmehê bi 4 mln 550 h’ezar drama firotine yekî bi navê Arsên Manûkyan. Cema ij firotanê stendî  P’aþînyan benkekêda anemet danîye.

​Nîkol P’aþînyan 790 h’ezar dram û 1800 dolarê neg’d e’lamnivîsîne. H’etanî cema serekwezîre e’lamnivîsî serêsalê û xilazîya salê ya e’ynî bûye, 276 h’ezar 10 dram, 297 dolar û 5 êvroyê ser h’esavê wî mewcûd xilazîya salêt’esmîlî göhastinê bûne. Angorî wê xilazîya salê ser h’esavê P’aþînyanî benkê 3 mîlîon 333 h’ezar 423 dram û 320 dolar hebûne.​​​​​Nav sala 2019-a aylixa xevata serekwezîr 11 mln 644h’ezar 725 dram bûye. 2 mîlîon 406 h’ezar 865 dram jî k’ara P’aþînyan ij hevaltîya “Antarês”-e cavdarîya sînorkirî hebûye.

​Ij mala serekwezîr  hebûka Anna Hakobyana bermalîya wîye neh’ejok heye. Ewê mezîl avayê p’ir’mezîlda, k’îjan neh’îya Þêngavît’êye fermandarîyêdaye, e’lamnivîsîye.

​Anna Hakobyanê sê mecalê transportîyê e’lamnivîsîne- ê cûr’ê “R’ênaûlt”, “Nîssan”, û “Vaz”. Serê salê 523 dolar û 275 h’ezar 512 dramê wê hebûne, lê xilazîya salê- 904 h’ezar 863 dram û 183 dolar. Pêþtirî wê, Anna Hakobyanê isa jî cema 1000 dolarê neg’d tênivîsîye.

​Anna Hakobyanê ij hevaltîyê “Neþirxana me” û “Darêskîzb”-êye cavdarîya sînorkirî 7 mln 672 h’ezar 920 dram- çawa  heqê xevatê yan edakirina ber k’irêkirinê stendî stendîye.

​H’esavê Marîam P’aþînyana qîza Nîkol P’aþînyane mezine benkêda xilazîya salê  324 h’ezar 267 dram hebûne. Nav t’emamîya salê ewê ij hevaltîya “Dîcît’êyn”-êye cavdarîya sînorkirî çawa heqê xevatê k’ar stendîye.​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button