
Xwendin Þengalêda h’esavdive p’areke ferz, ev p’ar t’esmîlî h’ökömê zevtkirina de’îþ-êye neh’îyê bû. Evê yekê seranser kire ser xwendinnê û gîhande wê yekê, wekî gele xwndk’ara dest binh’ökömkirin û hindava k’omê sîlih’bûyîda, k’îjan we’dekî dirêj neh’îêdanin, xevtandina îdarê xwendinê, t’erka îdarê xwendinê dan.Salix û salixê h’alnivsarê derheqa wê yekêda þe’detîyê didin, wekî bi seda dersdar bi me’nîyê jorgotî yan cîgöhastina wan p’enaberbûne li welatê din, nikarin xevata xwe bidmomînin. Van r’eqemnîþa t’esîra mezin ser h’alê neh’îyê hiþt, nav wê hejmarê ser zêdebûna dereca bêxevatîyê.
Nenihêr’î ce’dandinê, wekî t’eþkîletê ne h’ökömetîye ort’emiletîyê û derge-dîwanê cî seva baþkirina xwendinê neh’îêda divînin, mînanî berê pirsgirêkê mezin û cidî hene, k’îjan p’êxemê baþkirina vê p’arêye neh’îêda dixin. Salixê h’alnivîsarê, ê vê h’esavdarîyêda t’emsîlkirî, dereca ösûla xwendinê, nav wê hejmarê lazmayîa, xeleqa û avayava didine k’ivþê.
Bi salixê ber destê me (sala 2019-a), t’opraxa Þengalêda weke 21 mek’t’evê ösûla e’rebîye wesifkirî e’meldikin, hejmara xwendk’ara 10 h’ezara zêdetire, bi 65 xevatçîya, nav wê hejmarê midîrê xwendinê, û weke 350 dersdar-r’ezedilvan.
Çi dimîne seva xwendina ösûla ÿzdya, dêmek li þimala welêt 18 mek’t’evê wesifkirî hene, û pirsgirêkê wan dest miqabilîhevbûnê Þengalêda, lê isa jî navbera Beg’dayê û Hewlêrêda ê diha çetinin. Ev mek’t’ev dest pirsgirêka dizêrin, k’îjan xwendk’arê paþwextîyê, t’êrênekirina t’eþkîla dersdarava girêdayîne. P’ir’anîya þagirta çadirgehê cîgöhastîyê mecbûrbûyîda dimînin û wira seva bi h’ezara ÿzdîyê xwendk’ara xwendinê ewledikin. Çadirgehada seva cîr’aqetandîya isa jî mek’t’evê e’rebî hene, lê ew dest t’eþkîla dersdara dizêrin, zêdebûna xwendk’ara û hejmara dersxanaye t’êrênekirinêva girêdayî, k’îjana xwendk’ar t’ijedikin.