SocietyTop

Ez difikirim, wekî h’alê sirêder wê dirêjve: P’aþînyan​​

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE derheqa pirsa dirêjkirin-dirêjnekirina we’dê h’alê sirêderda xeverda.

​Wexta qisa pey r’ûniþtina h’esasxanê t’ekþîlbûyîr’a Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkir, wekî lap îht’îmale, wekî we’dê h’alê sirêder wê bê dirêjkirinê.

​“Îht’îmalîya dirêjkirina we’dê sirêder ze’f mezine. Ez difikirim, wekî h’alê sirêder wê bê dirêjkirinê”,- P’aþînyan got.

​Em bînne bîr- ij 16-ê meha adarê Ermenîstanêda h’alê sirêdere. H’ökömeta CE r’ûniþtina h’ökömetêye 14-ê meha gölanêda qirarkir h’alê sirêderî bi meremê betalkirina koronavîrûsêva girêdayî bi mehekê jî dirêjke. Ewê h’etanî 13-ê meha h’ezîranê- seh’eta 17-a nav wê hejmarê,bik’þîne.​​​​​​​​​​​​​Þertê h’alê sirêderî dirêjbûyî t’esmîlî göhastinê berç’e’v bûne. Îzna gele þöxölvanîyê malhebûnîyê hatîye dayînê, lê de’wê e’seyî hatne têr’adîtinê.

​18-ê meha gölanêda Ermenîstanêda isa jî transporta civakî dixevte, lê siyar û avtoajo gere e’seyî bi niqaba p’rastinê û lepikavin.

​4-ê meha h’ezîranêda göhastin û t’amkirinê serr’astkirinê wexta h’alê sirêder xevtandinê k’etine nav qewatê. Warê civakîye vekirîda her t’enê zar’ê h’etanî 6 salî, çerxeçî û ê te’lîmê bedenî dikin, dikarin niqabê girênedin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button