Cûr’ê xwerinê aspêjxana ermenîye te’m, hewa ç’îayê Ermenîstanêye t’emiz û dîmena Girî dag’ê t’imê binelîyê Ûr’isêtê h’eyr hiþtine.Ermjnîstan cêrga wan welatadae, li k’ö misafirê ij Ûr’isêtê wê bixwestana biqesidîyana- hangava pey vekirina sînorr’a. Derheqa vê yekêda encamê pirskirina dik’a ûr’isîye “OnêT’woT’rîp”-êye misafirîyêye derbazkirî þe’detîyê didin.
23,4%-ê binelîyê Ûr’isêtê daye k’ivþê, wekî wê bixwesta biçûya welatê ecnebîye nêzîk: gilî derheqa welatê Balt’îkayê, Ermenîstanê û Bilg’arîaêdaye. Isa jî þeherê Îtalîayê, Îspanîayê, Yûnanstanê binelîyê Ûr’isêtê h’eyr dihêlin, pey wanr’a welatê Afrîkayê, Asîayê, WAY û Avstralîa tên.
Misafirî Ûr’isêtêda 1-ê meha tîrmehêda careke din wê destpêve.
Em bidne k’ivþê, wekî Ermenîstan t’imê seva misafira, ê kö ij Ûr’isêtê tên, ya h’eyrbûnê bûye. Ne kö t’enê 300 r’ojê welatê meye salêye te’v, lê isa jî hewa t’emiz, dîmena ç’îayê Girîdag’êye newek’ilî, Sêvana ç’e’vsût û xörekêk te’m wana h’eyr dihêlin.
Ne kö t’enê serhatîyê misafiraye p’ir’hejmar, lê isa jî salixê h’alniîsarê derheqa wê yekêda þe’detîyê didin.
Mesele- nav 9 mehê sala 2019-a, himberî maweya pare e’ynî, r’ewana misafira bi 14,4%-a zêdebûye. Nav 9 meha 1,46 mîlîon misafir hatne Ermenîstanê, ij wan 646 h’ezar binelîyê Ûr’isêtê bûne.
Angorî h’alnivîsara r’esmî, e’ynî maweyêda, hejmara misafirê ij WAY hatî bi 18,5%-a zêdebûye, ya ij Fransîayê hatî- bi 21%-a, ij Libnanê misafirê bi 29%-a zêde hatne Ermenîstanê, ij Nîdêrlanda- bi 23%-a, ij Korêa Ce’nûbê- bi 37,6%-a, ij Çînstanê- 41.