SocietyTop

Sînorê Arsaxê wê îht’îmalve her t’enê bi t’êsta koronavîrûsêye neyênî derbazvin: sedrê Cimhöryeta Arsaxê​​​​​

SedrêCimhöryeta Arsaxê bawere, wekî bêy t’êsta- gere derdaçûyîna bajar’vanê CE-êye li Arsaxê kêmkitn, h’etanî CE-êda têmpê belqîtbûnê wê kêmvin. Arayîk Harût’yûnyanê sedrê Cimhöryeta arsaxê ÿfîra “Fêysbûk’êye” k’eseda e’lamkir, wekî virhada her t’enê ewê derda her’ne li Arsaxê, cava k’îjanaye t’êstêye neyênî wan heve.

Sedir binxetkir, wekî Arsaxêda berk’kirinê bivin- bi h’esavhildana zêdebûna dînamîka belqtbûna CE-êda.

“Em gere bikarvin miqatî t’emamîya qanûnê lazime berk’bûyîvin, k’îjanê îznê bide me h’evsa xwe têmpê belqîtkêye lez bikin”,- sedir got.

Bi gilîyê wî- îro r’ûniþtina h’esasxanêda dö berk’kirinê ferz wê bivin, ij k’îjana yek wê bona  sînorkirinê t’evbûna bajar’vanaye li h’edkirinave, ya dinê- dema derdaçûyîna li Arsaxê mewcûdîya k’ag’eza derheqa cava t’êstkirina neyênîye e’seyîve.

“Bawerbike herr’o 500-600 meriv ij Ermjnîstanê  diçine Arsaxê û ij wira tên, dêmek, herr’o îzinê didine wan bajar’vana derda her’ine Arsaxê, ê kö h’esavdivin ç’e’vkanîya potênsîal seva belqîtkê. Îro h’esasxanêda sipartina giran wê heve, lê gere bivne sêrî, ewe- dêstda bi hebûna encama Kovîd 19-eye neyênî. Ez bidime k’ivþê, wekî ordîya xwexweykirinê​ zûva wê praktîkayê dide xevatê. Emê bispêrin niqitkê derbazbûnêda mecala t’êstkirina lez seva wan bajar’vana heve, ê kö hatine û t’emesûka wane angor t’ine. Evê bive qanûna e’wile hereberk’, k’îjanê em gere mîaserkin”,- Harût’yûnyan got.

Ewî binxetkir, wekî bêy h’esavhildana t’êsta- drdaçûyîna merîaye li Arsaxê wê kêmve, h’etanî CE-êda têmpê belqîtbûnê wê kiêmvin.

Harût’yûnyan isa jî da k’ivþê, wekî vê demê de’wa girêdana niqabêye e’seyî t’ine, lê, bi bawerîa me, ewê zûtirekê bive ya e’seyî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button