
Ermenîstanêda 8-ê meha h’ezîranê- bi h’alê seh’eta 11- a 195 delîvê k’etina koronavîrûsa t’eze hatne tênivîsarê. Derheqa vê yekêda merk’eza wezareta CE-êye sag’lemîxweykirinêye binqolkirin û betalkirina nexweþîaye miletîyê e’lamdike.
T’omerî- 8-ê meha h’ezîranê 13325 delîvê koronavîrûsê hatne erêkirinê.
Hejmara t’êstaye t’omerî gihîþtîye 70 h’ezarî (r’okêda 829 t’êstkirin hatne kirinê).
Bi delîlî vê demê 8943 kes þefadivin (bi 99-a zêdebûe)
Bi salixê xilazîyê 4099 kes þefabûne- r’oja xilazîyêda 85 kes.
T’omerî, 211 pasîênt mirine (bi 11-a zêdebûye).
Em bidne k’ivþê, wekî r’okêda wezareta sag’lemîxweykirinê e’lamkiribû, wekî laboratorîya wezareta CE-êye sag’lemîxweykirinêye binqolkirin û betalkirina nexweþîaye miletîyê wê nexevte, k’îjan h’ecma t’êstê nexweþîya koronavîrûsîêye h’îmlî mîaserdike. Vê yekêva girêdayî- encamê îzger’îya sivê wê diha hindikvin”,- zarbêja wezareta sag’lemîxweykirinê daye k’ivþê.