SocietyTop

Niqabê, pêþtirî mêtroyê, bi benderê warê civakîye xwexevatê bêne firotanê​​​​​​​​

​​Bi pêþdestîya encomana p’arastina leca malhebûnîêye dîwanî saya hevk’arîya hevaltîyê “Tavûþ têkxstîl” û “Arvêndîng”-êye cavdarîya sînorkirî virhada bajar’van niqabê p’arastinê dikarin isa jî warê civakîda bi benderê xwexevatê- bi qîmetê destgihîþtinê dikarin p’eydakin. Ew 7 sik’anê mêtropolîtêna R’ewanêda idî ê destgihîþtinêne, zûtirekê isa jî bi 50 aparata warêp’ayt’exte dine civakîda wê ê destgihîþtinêvin.

Çawa ij encomana CE-êye leca malhebûnîyêye dîwanî “Armênprês” dane pêh’esandinê, niqabê deranîna ermenî sêtane, livekê bi 100 drama bê firotanê, her p’êç’anekêda 2 niqab hene.

“T’emî û hîvîkirina me li hevaltîya, çûyîn-hatina k’îjana mezeine, aparatê heman merk’ezê t’öcarîyê, benkcîwarkin, û encamêda niqabê meye seva bajar’vana diha destgihîþtinê, arzan wê hevin”,- Davît’ Hovhannîsyanê dewsgirîîyê k’ativê encomanêyî sereke daye k’ivþê- bi serdazêdekirina, wekî encomanê vê merh’elêda isa jî t’ev hevaltîyê din kevîyê hevk’arîyê dîtine.

Wek’îlê encomanê isa jî binxetkirîye, wekî qîmetê hindava hevaltîyada pêþdak’iþandinê ê lecêye, fikira h’îmlî ewe, wekî warê p’ir’merivda bajar’van bikarvin niqabê arzan p’eydakin.

Hayk Alêk’sanyanê serwêrê hevaltîya “Arvêndîng”-e cavdarîya sînorkirî salix daye, wekî her alet’ekêda 10 qöt’î-t’op hene, lê dema r’ewacêda dikarin hejmara t’arêka zêdekin. “R’êsûrsê meye mezin hene, h’erke pêþdanînê cîwarkirina benderê isaye warê dinda hevin, dêmek em seva hevk’arîyê hazirin”,- ewî serda zêdekirîye.

Bi gilîyê Mîkayêl Êzêkyanê serwêrê “Tavûþ têk’stîl”-ê- hevaltî r’ojê weke 300 h’ezar niqaba berdide, û meremê wêye deranîna bi wesif û destgihîþtinêye seva  bik’ir’çîya ewleke, a lema, bi  r’öh’darbûn pêþdestîya encomanêva dengvedane.

Gêvorg Avêtîsyanê k’efîlê serwêrê mêtropolîtênêsirîya xweda pêþdestî silavkirîye- bi ferzkirina ewlekirina çûyîn-hatina r’êwîayye bêqezîa.​​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button