SocietyTop

H’alê belqîtkê diha xiravdive: Nîkol P’aþînyan​

​Bi gilîyê Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE- vê demê hene nexweþ, ê kö h’ewcê hospîtalkirinêne, lê nikarin hospîtalkin.

Ermenîstanêda hejmara ê koronavîrûsê k’etî r’okêda bi 697-a zêndebûye. Salix Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkir.

“Salixê minî xirav heye. H’alê belqîtkê diha xiravdive. 697 delîvê meye t’eze hene. Eva h’esavdive, wekî em idî h’alekîdane, çaxê nexweþê me hene, k’îjan h’ewcê hospîtalkirinêne, lê em nikarin hospîtalkin”,- ÿfîra “Fêysbûk’”-êye zêndîda ewî  da k’ivþê. Bi gilîyê serekwezîr- îro welêtda weke 20 h’ezar meriv hene, ê kö nizanin, wekî ew nexweþin. Bi gilîyê serekwezîr- ew divin belakirê belqîtkêye h’îmlî, û ew meriv qawexana, k’ûça, warê xevatêdane. “Wekî belabûna belqîtkê neve, em t’emam gere çawa belqîtbir berbir’î hevvin û em mecalê betalkipinê bidine xevatê. Döh ij koronavîrûsê 6 meriv mirine, 9 mirin jî hatne tênivîsarê, çaxê doxtira me’nîya mirinê tiþtekî din qîmetkirîye, lê ew koronavîrûsê k’etîbûne”,- serekwezîr got- bi dayîna serxweþîyê li qewmê  mirîya. Bi gilîyê serekwezîr- eva dema oxirmê girane, û  emê “bi dûxê” û bi t’ertîfeta bilind ewê alt’kin. Miqatî qanûnê e’k’sîbelqîtkêvin û qedandina wan binqolkin. Bi gilîyê P’aþînyan- Ermenîstanêda gere herek’eta e’k’sîbelqîtkêye seranser, ömûmî destpêve.

P’aþînyan isa jî derheqa mala xweda xeverda.

“Ez isa jî bêjim, wekî em- ez, Anna û Marîam, döh îzger’îya doxtirîêye hûrgilî derbazbûn, û hate tênivîsarê, wekî t’ö pirsgirêkek meye p’iþikava girêdayî t’ine. Bi qinyatî, em nexweþîyê lap asîmptom divin”,- ewî da k’ivþê.

Em bidine kivþê îro- 4-ê meha h’ezîranêda,serr’astkirinê wexta h’alê sirêder xevtandinêda göhastin û t’emamkirin k’etine nav qewatê. Virhada t’emamîya t’opraxê ömûmîye vekirîda girêdana niqabê e’seyîye. Warê ömûmîye vekirîda her t’enê zar’ê h’etanî 6 salî, çerxçî û ê kö meþqê bedennî dikin, dikarin niqabê girênedin.​​​​

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button