Society

Ÿzdîyê E’frînê, p’enaberê li Libnanê gazî bal ÿzdîyê Îraqê û t’emamîya dinîayê dikin- alî wan bikin​​​​​​​

Pey wê yekêr’a, çaxê Sûrîaêda destbi e’melê e’skerîyê bûn, xazma þeherê E’frînêda, p’areke ÿzdîaye berbiç’e’v, wekî 250 mal têne h’esavkiinê, mecbûrbû k’oçke li Libnanê, wekî zêndî bimîne, lê îro, h’evt meha pey wê yekêr’a, wekî ew Libnanêda mane, ew ij ÿzdîyê Îraqê û dinê-a’lemê dikin, wekî alî wan bikin e’mrê xwe û e’mrê zar’ê wan baþkin.​​​​​Van r’oja vîdêo berbir’îbûna k’omeke ÿzdîya, ê kö k’oçkirine li Libnanê, hatîye belakirinê. Wana qesta bavê þêx û mîrê ÿzdîya kirîye, wekî alî wan bikin, dest h’alê bi sert li Libnanê, ew  þertê e’mere çetinda dijîn, ardimîyê nastînin û nikarin bixevtin, çimkî welêtda bêxevatîye. Ew nikarin malê xwe xweykin. Ij wana gelek nikarin k’irêya malê xwe edakin,zar’a nan-avkin, þîr seva zar’ê sava bik’ir’in, lê gele zar’ ij mecala stendina xwendinê me’rimbûne, û nikarin her’ne mek’t’evê: “Em mînanî berê xwe dîn, e’rf û e’detê xwe digrin, û emê wî cûr’eyî bimînin, lê em çi hîvîdikin, – ewe, wekî çiqasî dikarin alî me bikin.  Ezê zendegirtî nemînim, h’erke ij van ÿzdîya hinek t’erka dînê xwe bidin, wekî bijîn. Paþdaveger’andina li Sûrîayê îht’îmal nîne, çimkî wira pey me dik’evin”,-p’enaberekî- Cefer Kendal, got. Bi serdazêdekirina: “Em gazî ÿzdîyê dine-a’lmê û t’emamîya t’eþkîletê xêratk’arîyê û merivdostîyê dikin t’evvin, wekî me ij vî h’alê çetin xilazkin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button