Înstîtûta bîologîya molêkûlyîê idî destbi deranîna t’êstê zedeqirarkirina koronavîrûsê kirîye. Derheqa vê yekêda qisa vexwendîda Tîgran Avînyanê dewsgirtîyê serekwezîr, kamêndant gotîye.
Bi gilîyê wî, 350 t’êstê 2-ê meha h’ezîranê hazirvin. Înstîtûta e’mirnasîya molêkûlîyê, bi gilîyê Avînyan, her r’o wê bikarve 3000-5000 t’êsta hazirke.