
Pol Atyû (Vardgês Atêkênyan) destpêkirîye niqabê p’arastinê bidrû. Pol Atyû- Vardgês Atêkênyanê dîzaynêrê Amêrîkaêyî e’slê xweda ermenî cara pêþin nav 27 sala mecbûrbû Bêvêrlî Hîlzêda derê dik’anê dade.
Wexta belqîtka koronavîrûsê Atyû, k’incê k’îjanîye dirûtî Hîlarî K’lînt’ona bermalîya WAY-e e’wil û bi deha steyrkê Holîvûdê xwedikirin, mala dîzaynêrîyê vep’êþek’arîkir û dstpêkir niqaba bidrû.
Niqab hangava steyrkê Holîvûdê xweþ hatin, û wana destpêkir fotoþiklê eþîayê orîgînal cîwarkin. Lê Atyû derheqa niqabê bi beyraqa ermenî bi k’öbarîya mexsûs xeverdide.
“Eva seva min demeke hereþabûnêye, çaxê ez niqabê bi sêr’enga ermenî didrûm”,- ê dîzaynêr “Dengê Amêrîkayê”-r’a gilîkir, bi xwemikör’hatina wê yekêda, wekî xwezilîya xwe tîne li Ermenîstanê biqeside û serda zêdekir, wekî dema mecalê niqab wê p’êþk’êþî t’eþkîletê ermenî bikira.
Bi gilîyê Atyû, ew, nenihêr’î wê yekê, wekî Amêrîkayêda r’û dinê k’etîye, t’imê bi t’arîxa cime’ta ermenîaye dewlemend k’öbarbûye.
Li mûzêya k’incê bermalîyê WAY-ye e’wile Mala Sipîda isa jî k’inc têne xweykirinê, k’îjan Pol Atyû e’firandine.