
Cava t’êsta ne kö t’enê Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE, lê isa jî neferê mala wî erênî bûye.Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE û neferê mala wî koronavîrûsê k’etine. Salix P’aþînyan wexta ÿfîra “Fêysûk’”-êye k’ese e’lamkir. Bi gilîyê wî- t’ö zedenîþeke wî t’inebûye, h’err’o berî çûyîna li xevatê germa xwe pîvaye”, germa wî txinebûye.
“Ez têderdixim, wekî ez wexta þêwirdarîyê xevatê belqîtbûme. Wexta þêwirdarîkê k’asê avê bêy lepik cîwardikirin. Cîda min e’þiratî da, lê idî derengbû. Lê neferê mala min ij min k’etine”,- P’aþînyan got- bi serdazêdekirina, wekî dolebaþî, ê kö k’as cîwardikirin, ew jî koronavîrûsê k’etîye.
Berî çûyîna li xeta pêþin döh P’aþînyan qirarkirîye t’êstê t’esmîlke, û cava t’êstê erênî bûye. Saxî, isa jî cava t’êstê neferê malêye din erênî bûye.
“Ezê ij qonaxa serekwezîr bixevtim, t’emamîya mecala hene, çiqasî wekî mecal heye, ezê ij malêbixevtim”,- P’aþînyan got û t’emî da giþta miqatî qirarê e’k’sîbelqîtkêvin. “Wana konkrêt alî me nekir. Lê ez bawerim, wekî saya xweykirina mine qanûna ij min h’ökömetêda kêm meriv k’etine”,- ewî got.