SocietyTop

Vîtalî Seferovê heqp’arêzê Görcistanêda köþtî- mêrxasekî mûrala Haagaêydaye ter’ikîye

Vîtalî Seferovê heqp’arêzê Görcistanê (e‘slê xweda ÿzdî) bû mêrxasekî “mûrala wergöhastina” li Haagayê, Nîlêrland. Graffîtê 15 mêtrêye ter’ikî- eva  bergirina seva r’öh’adrkirina merivaye, wekî dilê xweda gömana seva þer’k’arîya bona dor-bera û heqê mêriv werdigrin. Þêkirandina kirina wan, ê kö miqatî azayê û berembertîyê dive û miqatî dor-bera dive.

​Ser mûralê, wekî hindava t’eþkîletekêda bi piþtgirîya derge-dîwanê þeher hatîye e’frandinê, þikil hene: 

Grêta Tûnbêrg- çapika þvêde 17 salî û pþtovan dor-bera, ​

Bêrta Kasêrês- çapika ij Hondûrsaêye r’e’metî, wekî miqatî heqê cime’tê binecî dibû,

​Vîtalî Seferov-  heqp’arêzê “Mrk’eza t’evbûnê û pêþdaçûyînêye” 25 salî. Ew çapik t’ev çadirgehê t’eþkîletê cahila û t’ivdîrê din bûye, ê meh’kemkirina berbihêrîyê û miqabilî r’asîzmê, dinneferetkirinê û varvêþîyêva hinartî.

​Meha sala 2018-aye îlonê Vîtalî merk’eza T’ilbsîêda hate köþtinê. Dö kesa, ê kö dihatne gönek’arkirinê, 15 sal göne stendine, lê meh’kemê de’wa malê û hevalk’ar înk’arkir h’alê girankirinê naske- ewna divêjin, wekî ev sûck’arî axirîya qebûlnekirina r’asayê, ayîna dîn, miletîyê yan ÿt’nîkîyê hatîye kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button