SocietyTop

Ermenîstanêda her binelîkî pênca çûye pêþe’nîyê…”Nav þer’k’arîya miqabilî faþîzmê- ij cêrgevan h’etanî marþal, navê xwe ij þöreta þer’vanê xörte nexeyidandinê nemirîkirine”

25-ê meha gölanê malp’er’a T’eþkîleta þertne’ma bêqezîabûna t’omerîda miqala wezareta k’arê der belabûye- p’êþk’êþî Ermenîstanê û dilqê cime’ta ermenîayî Þer’ê wet’enîêyî mezinda heyî, k’îjanê em t’emsîl dikin.

Her binelîkî Ermenîstanêyî pênca çûye pêþe’nîyê…”Nav þer’k’arîya miqabilî faþîzmê- ij cêrgevan h’etanî marþal, navê xwe ij þöreta þer’vanê xörte nexeyidandinê nemirîkirine”.

Gêorgî Jûkov, marþalê T’ifaqa Sovêtîyê

Seva Ermenîstanê, lê isa jî t’emamîya cime’tê sovêtîyê, þer’ niþkêva destpêbû. Hila hê dö dehesalî jî ij t’emamîya wan cêr’ibandina derbaznebibûn, wekî serêsedsalîya 20-î Ermenîstan r’û wan k’etibû. Welêt hila hê t’eze destpêkiribû bê dasekinandinê, senayê û malhebûna göndîtîyê bayê xwe t’eze t’ijedikir. Ermenîstan h’emû wexta ze’ftir h’ewca e’dlayê û meh’kemîyêbû. Lê dijmin dak’öta wet’en, û göndî, înjênêr, xwendk’ar û xevatçîyê döh cêrgê Ordîa Sor seranser t’amdikirin.

Ermenîstana Sovêtîêda birina e’skerîêye h’emt’omerî bi r’öh’darbûna nebînayî qebûlbû, her dera h’alê wet’enh’izîyê, ce’dandina xweykirina wet’en h’ökömdikir. Bawerbike her binelîkî Ermenîstanêyî pênca çûbû pêþe’nîyê. Wexta t’emamîya þêr’ ij Ermenîstana Sovêtîyê 300 h’ezar e’skera zêdetir hatbûne birinê li ordîya sovêtîê, lê 200 h’ezar ermenî jî ij cimhöryetê sovêtîêye din hatne gazîkirinê li pêþe’nîyê. Cêrgê ordîya sorda ermenîya qewatê e’skerîyê-be’rê û r’eþaêda, dîvîzîayê maþînbûyî û peyada, avîasîayê û e’skerê siyarda qölixdikir. 100 h’ezar ermenîya zêdetir hatne gazîkirinê li qewatê welatê koalîsîya e’k’sîhîtlêrîêye sîlih’bûyî, p’ayê p’ir’ê- li ordîya fransî û bawerbike 20 h’ezar li ordîya Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî. 200 h’ezar ermenîya zêdetir ij þêr’ paþda vneger’yan- 1/7-a binelîyê Ermenîstanê.

6 dîvîzîayê ermenîye miletîyê t’ev Þer’ê wet’enîêyî mezin bûn, ij k’îjana pênc hangava pey destpêbûna þêr’r’a t’eþkîlbibûn. Dîvîzîya 76-aye agirkirinê (ordêna ser navê Voroþîlove Beyraqa  sor, 51-êye gvardîaêye Vîtêbskê, dîvîzîa ordênbira Lênîn) sala 1922-a R’ewanêda t’eþkîlbibû. Cêrgê dîvîzîaêda Hovhannês Bag’ramyan û Hamazasp Babacanyanê marþal qölixa xwe derbazbûne. Destpêbûna þêr’da ewê dîvîzîayê t’opraxa Îranêda siparitinê mexsûs qedandine, paþê r’iya e’skerîyê ij Stalîngradê h’eylo pêþe’nîya R’exbalt’îkayê û Bêlar’ûsê qedandîye- bi azakirina weke 1000 warê jîyînê. Dîvîzîa 89-aye T’amanyane ordêna Beyraqa sor, ordênbira Stîeyrka sore nav-denge agirkirinê,  meha sala 1941-êye k’anûna pêþin, R’ewanêda t’eþkîlbûye. Dîvîzîayê r’iya xweye e’skerîyê binat’ara Qafqasîaêda destpêkirîye, t’ev azakirina Stavropolê, Balklavayê, Kêrçê bûye. Seva mêrxasîya nîvada T’amanêda dîharkirî destpêkirine  bi navê dîvîzîa “T’amanyan”-î hörmetlî navkin. Wexta t’emamîya þêr’ t’amanîya 900 warê jîyînê zêdetir azakirine. Bi fermandarîya Nvêr Safaryanê gênêral-mayor dîvîzîa 89-a yeke ij ê pêþin sînorê T’ifaqa Sovêtîyê derbazbû, t’opraxa Lêhistanêva derbazbû û bihara sala 1945-a k’ete p’ayt’extê R’ayxa Sisya. Bona h’incir’andina e’skerê Bêr’lînêyî almanî dîvîzîya bi ordêna Kûtûzove dereca döda hatîye r’ewakirinê. Balklavayêda, wekî mexberê þer’vanê dîvîzîa 8-ayî biratîyê wiraye, k’îsî mecalê Ermenîstana Sovêtîyê heykelê bîranînê hatîy danînê- bona bîranîna t’amanîya.

Dîvîzîa 390-îye Ermenîye agirkirinê jî meha sala 1941-êye îlonê t’eþkîlbûyî t’ev þer’ê bona Kêrçê  kirî bûye. Þer’vanê dîvîzîayê Qirîmêda bi xörtîyê û  meh’kemîyê brbiç’e’vbûn. 

Dîvîzîa 408-aye agirkirinê meha sala 1941-êye t’ebaxê t’eþkîlbû. Þer’vanê dîvîzîayê Novor’osîyskê û Tûapsêda þer’kirine. Meha sala 1942-aye çirîya pêþin, bi mayîna h’esarkirinêda, dîvîzîayê karibû ber qewatê neyarêye p’ir’h’ezarê ber xwe bide û h’esarkirinê bit’er’ibîne. Dîvîzîa Ÿlbayêda pêþîa alt’indarîyêda çû.

Dîvîzîa 409-aye agirkirinêye “K’îrovogradîyê-Bratîslavîêye” ordêna beyraqa Sor, ordênbira Bogdan Xmêlnîsîkye dereca döda meha sala 1941-ê t’eþkîlbûye. H’etanî meha sala 1942-aye k’anûna pêþin dîvîzîyayê ij dak’ötana T’irkîaêye îht’îmal miqatî sînor bûye, paþê t’ev þer’ê seva  Cimhöryeta Çêçên-Îngûþaye Sovêtîê, Stavropolê û Krasnodarêda kirî bûye. Dîvîzîa t’ev þer’ê azakirina Macaristanê bûye, þer’ê azakirina Bratîslavayêda berbiç’e’v bûye. Xilazîya þêr’da þer’vanê dîvîzîayê bi meþqa e’refatî k’etine Vênnayê.

Dîvîzîa 261-êye agirkirinê payîza sala 1942-a t’eþkîlbûye. Ber wê pirsgirêk hatbû danînê miqatî sînorê sovêtîyê-t’irkave.

T’ev t’eþkîlbûna binp’arê miletîêye e’skerîyê t’opraxa Ermenîstanêda 8 dîvîzîa hatne e’frandinê yan t’ambûne. Pêþtirî wê, salê Þer’ê wet’enîêyî mezin Ermenîstanêda 85 h’ezar gazîkirîyê e’skerîêye t’eze t’ivdarekdîtinê derbazbûne. Çimkî Ermenîstan h’esavdibû goveka nêzîkî pêþe’nîê, û t’opraxa wêva p’areke sînore t’exmînkirin derbazdibû, göhdarîya mexsûs dabûne ser t’ivdarekdîtina þexst’eþkîlê- anîna dak’ötana hindava neyarêdaye zevtêva hinartî.

Bi e’fatî bi kirina þer’k’arîyê miqabilî  faþîstê zevtçî- þer’vanê ermenî t’ev t’emamîya Þer’ê wet’enîêyî mezinû e’melê e’skerîêye gir bûne. Bi h’ezara þer’vanê ermenî t’ev xweykirina Moskvayê bûêne, lê Hovhannês Bag’ramyanê marþalê T’ifaqa Sovêtîêyî  pêþer’ojê serk’arî þtaba k’oma milê pêþe’nîya Ce’nûb-r’oavaêye milê r’astêye opêratîve derbdayînê dikir.

30 h’ezar ermenî t’ev  pêþe’nîyva Stalîngradê bûn, ij k’îjana yek sêanîyê þêr’da serê xwe danî. 10 h’ezar þer’vanê ermenî t’ev þer’ê Kûrskê bûn. Wexta þer’ê Kûrskê isa jî p’ir’zanebûna Bag’ramyan û Sêrgêy Xûdyakovê (Armsênak Xanp’êryans) marþalê pêþer’ojêye fermandarîyê dîharbû. 100 h’ezar ermenîya zêdetir Qafqasîaêda û þer’ê Kêrçê û Qirîmêyî azadarîyêda þer’kirine. 80 h’ezar ermenî t’ev azakirina Ûkraînapyê bûne,  50 h’ezara Bêlar’ûsêda þer’kirîye, van þer’ û de’wada 45 h’ezar ermenî hatn köþtinê.

Dîvîzîayê ermenî û þer’vanê erm’nî t’eþkîla qewatê sovêtîêda bi meþqa alt’indarîyê k’etine Avropayê- ij nîrê faþîstîyê bi azakirina welat û cime’ta. Geleka r’iya xweye bi þöret Varþavayê, Prahayê û Vîênnayêda xilazkir. Þer’vanê dîvîzîa T’amanyane navdar hildana Bêr’lînê bi r’eqasa “K’oçerîya” miletîêye bin dîwarê R’ayxstaga h’incir’andîda da k’ivþê.

Salê þêr’ miletê ermenî 5 marþal dane T’ifaqa Sovêtîyê- Hovhannês Bag’ramyan, Îvan Îsakovê (Hovhannês Îsahakaynê) admîralê gemîyê T’ifaqa Sovêtîyê, Hamazasp Babcanyanê marþalê e’skerê T’ifaqa Sovêtîêye tankê zirîkirî, Sêrgêy Xûdyakovê (Armênak Xanp’êryans) marþalê avîasîaê, Sêrgêy Aganovê marþalê e’skerê înjênêrîyê. Bag’ramyanê marþal fermandarê pêþe’nîya R’exbalt’îkaêye E’wil, paþê- Bêlar’ûsîye Sisya bûye. 60 gênêralê ermenî zêdetir t’emamîya pêþe’nîyê þêr’da qölixê fermandarîyê mijûlkirine, nav wê hejmarê-3 fermandarê ordîyê û 3 fermandarê korpûsa. Xilazîya þêr’ 83 zapita r’öt’bê gênêral stend.

Seva t’evbûna li þêr’ 66 h’ezar ermenîya zêdetir layîqî r’ewayê dîwanîye baþqe-baþqe bûne. 107 e’sker û zapit  layîqî navê Mêrxasê T’ifaqa Sovêtîyê bûne. Hovhannês Bag’ramyan û Nêlson Stêp’anyan layîqî nav mêrxasê döbare bûne. 27 ewledê ermenîya bûne siyarê þöretê. Bi hejmara mêrxasê T’ifaqa  Sovêtîêye wexta þêr’ heyî Ermenîstan cîyê 6-a mijûldike.

Ermenî ne kö t’enê çawa fermandar û þer’vanê binp’arê qanûnî berbiç’e’vbûne, lê isa jî emekê wanî mezin Yektîya Sovêtîyê û cêrgê partîzanîêye welatê avropîda û qewatê berxwedanêda hebûye. Fransîaêda t’eþkîla alaya Alêk’sandr G’azaryane partîzanîêda 1200 ermenî hebûn, lê Mîsak’ Manûþyanê t’evbûyê herek’eta fransîye berxwedanê bûye mêrxasê Fransîaêyî miletîyê.

Emekê îzger’ê e’silermenîye mexsûs alt’indarîya þêr’da hebûye. Nav t’arîxa îzger’îyê e’fatîya k’oma Gêvorg Vardanyan bi h’erfê zêr’în hatîye nivîsarê, saya k’îjanê berne’ma faþîstaye t’önekirina serk’arê dewletê t’evbûyê þêwircivata T’êhranêye meha sala 1943-aye çirîa paþin qewimî hatbû e’yankirinê. Îvan Ag’ayansê serk’arî îzger’îya sovêtîêye T’êhranêda serk’arî e’mel dikir.

Îht’îmal nîne xevata wan merivaye þexsr’ewa neynne bîr, ê kö ç’ek-sîlih’ û erzaq diþandine pêþe’nîyê. K’arxanê Ermenîstanê eþîayê lazmaya de’wmeþandinêye seva pêþe’nîyê berdidan- kaûçûk, sifir, karbîd, alyûmîn û tiþtê din. Cimhöryetêda deranîna sîlih’darîya e’skerîê,  zexîra e’skerîy​ê, madeyê t’eqandinê û mecalê p’evgirêdanê t’eþkîlbû. Salê þêr’ weke 30 k’arxane, 110 cîderecê deranînê û sine’txane Ermenîstanêda t’esmîlî xevtandinê bûn. Cimhöryetêda 300 cûr’a zêdetir eþîya pêþe’nîêda lazim dihatne berdanê.

Xilazkirina mîrat’a medenyetî bi t’alankirinê, h’er’imaêndinê û t’önekirinêk bibû r’esûltîya þöxölvanê medenyetê û ö’lme p’ir’hejmar. Hovsêp’ Orbêlîyê akadêmîk-r’ohlatnayê serwêrê ÿrmîtaja dîwanî Lênîngradêda cîgöhastina  nimûnê nîþandayînêye li piþtê t’eþkîlkir- bi vî cûr’eyî bi xilazkirina sert’acê h’önrmendîya þikilk’iþandinê û heykelê t’arîxîye bîranînêye giranbiha. Wexta sûda Nyûrnbêrgê þe’detîyê Hovsêp’ Orbêlî bûne îzbatîyê qestbende t’önekirina bahê medenyetîye hindava faþîstada.

9-ê meha sala 1945-aye gölanê ger’a R’ewanêye merk’ezîêye ser navê Lênîn bi agirvêxistina e’ydî r’onkayî bibû- bona hörmeta alt’indarîya mezine h’emt’omerî. Miletê ermenî fir’naqbûna alt’indarîyamiqabilî faþîzmê birî nîvîkir.

Xweykirina bîranîna azadarê mêrxas û  wesifkirina wan p’areke alt’indarîya meye t’omerîye hereferze. Îro t’opraxa CE-êda weke þesid heykelê t’evbûyê Þer’ê wet’enîyêî mezine bîranînê bin p’arastina dewletêdanin. Cime’ta ermenîya t’emamîya mêrxasê xwe tîne bîr û qedirê wan digre. Sivh’an û hörmeta dayîm t’emamîya mêraxsê me.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button