Society

Sê olk’ê e’rdh’ejêda seva 229 mala avayê jîynê wê bêne çêkirinê: Qirara t’eze

H’ökömetê r’ûniþtina xweye îro- 7-ê meha gölanêda, qirar derxist 3 mlrd drama berde seva çêkirina avayê jîyînê seva 229 malê olk’ neh’îya e’rdh’ejê: Lor’îyê, Þîrakê û Aragasotnêda.

Pirs Armên G’ûlaryanê dewsgirtîyê sedrê komîtêa r’ex h’ökömeta CE-êdaye þeheravakirinêye dîwanî t’emsîlkir.

Bi gilîyê wî, hila hê k’îsî 460 mln dramê bi byûcêya sala 2018-a berdayî pirsgirêkê 44 malê warê olk’a Lor’îêye gönde mezîla- bi þaxê çêkirina mezîla, hatîye safîkirinê. Ij mecalê dayî isa jî hêwþandin hebûn û  pirsgirêka mezîla 7 malaye  din meþêdaye.

“K’îsî 560 mln dramê  sala 2019-a ij byûcêyê berdayî dîsa bi wê mêxanîzmê pirsgirêka 61 malaye mezîlê hatîye safîkirinê û meþa safîkirinêdaye. Bi salixê xilazîya sala 2019-a hila hê pirrsgirêka 460 malaye mezîla h’ewca safîkirinêye. Hindava h’ökömetêda hate sipartinê, me pirs kirin û safîbû, wekî 227 mal þaxê þe’detne’ma k’ir’îna mezîlê çêtir h’esavdikin û ij fonda h’ökömete k’îlerê bi wî meremî 1,29 mlrd dram hatne berdanê û ew xevat destpêbû, îsal wê xilazve.

Bi vê t’ivdîrê pirsgirêka 229 malê dine mezîlê tê serr’astkirinê, ij k’îjana 13 dîsa þe’detne’ma k’ir’îna mezîlê çêtir h’esavdikin. Seva 216 mayîn tê têr’adîtinê avayê jîyînê çêkin. 3 mlrd dramê bi t’ivdîrê têr’adîtî bi vî cûr’eyî wê bêne p’arevekirinê:

1.868 mlrd dramê seva 162 malê olk’a Lor’îyê bêne berdanê, ij k’îjana  153 çêkirina avayê jîyînê, lê 9 þe’detne’ma k’ir’îna mezîlê. 988 mln dramê seva 59 malê olk’a Þîrakê bêne berldanê, ij k’îjana 55 çêkirina avayê jîyînê û 4-ê þe’detne’ma k’ir’îna mezîlê. Lê 144,3 mln dramê seva avakirina avayê jîyînêye seva 8 malê olk’a Aragasotnê bêne berdanê”,- G’ûlaryan binxetkir.Ewî serda zêdekir, wekî h’etanî 20-ê meha îsaline k’anûna pêþin we’dê xilazîêyî destanîna mezîlêye bi þe’detne’ma k’ir’îna mezîlê hatîye têr’adîtinê, lê bi p’ara çêkirina avayê jîyînê- h’etanî xilazîya sala 2021-ê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button