SocietyTop

H’ecma xevata avakirinê degmeye: ê kö diçne xevata dereke, þöxölê wanê heve

Dewsgirtîyê sedrê komîtêa þeheravakirinê dide k’ivþê, wekî h’ecma xevata îsaline avakirinê bi h’esavê çawa hejmarê, isa jî fînansîyê ya bêhemp’a, degmeye. Armên G’ûlaryan, ê kö borcê sedrê komîtêa CE-êye þeheravakirinê diqedîne, berî destpêbûna r’ûniþtina h’ökömetê e’lamkir, wekî vê demê xevata 111 obyêktê xwendinê, medenyetîye avakirinê tê kirinê.

“90 lecê 111 obyêktê îsal çêkirinê, veçêkirinê avakirinê þeheravakirinê mîaserke, lê ya 21-ê bi t’emba wezaretê wê mîaservin”,- G’ûlaryan got. Bi gilîyê wî- h’ecma xevata avakirinêye îsalin bi h’esavê çawa hejmarê, isa jî fînansîyê ya nebînayîye. Îro bi t’emba komîtêa þehervavakirinê xevata t’ivdarekdîtina 74 obyêktê bi me’na xwendinê û medenyetî, olk’a tê r’êkpêkkirinê. P’areke ij wan idî qonaxa xilazkirinêdaye, lê ê din h’etanî meha tîrmehê wê bivne sêrî. Pêþtirî wê, k’arê 12 obyêktê bi me’na sag’lemîxweykirinê dikin. Seva t’eþkîlkirina destpêkirina xevata avakirinê, bi gotna G’ûlaryan, t’ev t’eþkîletê avakirinê, kesa destbi hevr’axeverdana bûne. Arayîk Harût’yûnyanê wezîrê CE-êyî xwendinê, ö’lm, medenyetê û spaortê jî e’lamkir, wekî xevata avakirinêda ew merivê wergirtîvin, ê kö vî h’eyamî wê biçûyana xevata  derva, lê dest koronavîrûsê nikarbûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button