SocietyTop

Pîrozgehê ÿzdîya E’frînêda hindava k’omê bi piþtgirtina t’irkada hatne xiravkirinê

K’omê sîlih’bûyî, piþta k’îjana T’irkîa digre, didûmînin mal-milk’ê ÿzdîyê kêmjimare E’frînêda, li Þimala Îraqê, bih’er’imînin. Bi gilîyê xîretk’êþê cî, pîrozgehê olî û mexberê ÿzdîayî E’frînêda hindava k’omê sîlih’bûyîda  hatne xiravkirinê û t’alankirinê. Fonda “Ÿzdîna”, k’îjan dîna xwe dide xiravîyê E’frînêda seranser û miqabilî ÿzdîya cöda gotî, me’lûmetîyê xilazîyê û vîdêoþiklkirinê pîrozgeh û mexberê xiravkirî belgekirine.

“Em van xiravîya belgedikin û nîþanî civakaa ort’emiletîyê dikin, wekî bikarve alî ÿzdîyê kêmjimare li þimala Sûrîayêk bike”,- E’lî Îso, serk’arê fondê, gote p’êla dûrdîtinoka “R’ûdaw TV”-ê. Pîrozgeh, k’îjan hindava k’omê sîlih’bûyîda hatne t’alnkirinê,  pîrozgeha Þêx Cûnaîde li göndê Feqîra, pîrozgeha li göndê K’ibarê, pîrozgeha Þêx H’öseyn li göndê K’ibarê, pîrozgeha Gilxanê û pîrozgeha Þêx R’îkabaye göndê Þadîrîyêda werdigre. Mezelê ÿzdîya isa jî göndê K’îbarêda hate xiravkirinê. Binelîyê gönd ce’dandine pîrozgehê bidine dasekinandinê, lê ziyan hila hê tê k’ivþê. “Meremê wane- t’emamîya nîþan û simbola t’önekin û t’alankin, k’îjan t’arîx û e’ynîtîya ÿzdîya t’emsîldikin”,- Îsa serda zêdekir. Angorî salixa, ê ŸnŸy R’ûdaw-ê ij t’eþkîlet û xîretk’êþê ÿzdîya stendine,  ij hejmara 35.000 ÿzdîya li neh’îya E’frînê her t’enê 3 h’ezar ÿzdî mane. Van herþeþ mehêxilazîyêda k’omê sîlih’bûî þeþ jin û keç’ê ÿzdîya E’frînêda r’evandine. “Deh cara göle berî Nêrgîs dane, û ew mirîye. Arîn H’esen, dîsa qîzeke ÿzdîya, 60 r’oja pêþda hatîyj r’evandinê,… salixê derheqa wêda t’inene”,- Îso gote R’ûdawê. “Göl H’esen dö h’evtya pêþda pey 40 r’ojê kelêr’a hatîye azakirinê. Ew ze’f hatîye zêrandinê, û laþê wê dest derba r’eþbûye”,- ewî serda zêdekir. Ew difikirin, wekî pey pênc salar’a dikarin vê t’opraxê hildin. A lema ew dixwezin e’ynîtîya ÿzdîyê kêmjimar t’önekin. Ew t’ö nîþaneke hazirîya ÿzdîya û k’örda naxwezin. Ew dixwezin nîþanê osmanîyê, t’irkî û e’rebî E’frînêva bialînin”,- E’lî serda zêdekir. T’eþkîleta Sûrîayêye bi heqê mêriv derheqa t’emizkirinê ÿt’nîkîêye miqabilî ÿzdîaye vê neh’êîda e’þiratî daye, bi e’lamkirina, wekî binelîyê cî li “t’er’ibandinê ösûlî” diqelibin- lap kêm dehe göndê þimala Sûrîaêda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button