
Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE, t’ev bermalîyaxwe- Anna Hakobyanê, qesta ösûla Sîsêr’nakabêrdêye bîranînêye p’êþk’êþî bîranîna cangorîyê k’omköjîya ermenîya bûyî kir. Îsal ew t’enêbûn, h’etta hevr’êker t’inebûn.
Hima hinda ösûla bîraînê serekwezîr bi gilî pêþda hat, li k’ö daye k’ivþê:
“Cime’ta delal, bajar’vanê CE-êye k’öbar,
Bajar’vanê Cimhöryeta Arsaxêye k’öbar,
Ermenîstan: maciratêye k’öbar,
Îro- 24-ê meja sala 2020-îye nîsanê 105 salîya k’omköjîya ermenîaye. Sîasîya qeyserîya osmanîêye salê dirêje ermenînefetkirinê sala 1915-a hana h’ökömetê cont’irka gihîþte hêlana xwe. Dest K’omköjîya sala k’iþandî û bi sîasîya dîwanî mîaserbûyî Ermenîstana R’oavayê seranser hate valakirinê, 1,5 mln wet’enwarê me hatne köþtinê, bi seda h’ezara ermenî bûne macir- bi me’rimbûna ij heqê jîyîna wet’enê xweyî t’arîxîda.
Dest K’omköjîya ermenîa- Qir’a mezin cime’ta ermenîya ne kö t’enê deradayînê merivaêye ter’ikî k’et, lê isa jî t’esmîlî me’rimbûna ij wet’en û qir’a medenyetî bû. Derdayînê cime’ta meye mîarat’a r’öh’anî û idî ê paþdanehatibnêbûn, ziyana wêye madeyî ter’ikîbû. K’omköjîya derge-dîwanê qeyserîya osmmanîêye mîaserkirî sûck’arîya miqabilî ne kö t’enê xwexwetîya cime’ta me, lê isa jî þaristanîya t’emamîya merivayêyva hinartîbû, lê 24-ê meha sala 1915-aye nîsanê bû r’emza vê pêvajoêye hereqewat, çimkî wê r’ojê bi seda fikirdar, þöxölvanê ermenîye dîn û sîasîyê bi e’mirê h’ökömeta cont’irka hatne h’evskirinê, hatne sirgûnkirinê, hatne köctinê yan bêser û berat’e indabûn. Idî 55 sala 24-ê meha nîsanê me bîranîna cangorîyê K’omköjîya ermenîya danî bîr. Cara pêþin sala 1965-abû, çaxê bi h’ezara ermenîya wê r’ojê R’ewanêda mecala mîaserkirina t’edbîra bîranînêye t’omerî stend. Eva ne kö t’enê zemanê germibûna T’ifaqa Sovêtîyêda, lê isa jî wê delîvêva girêdayîbû, wekî salê 1946-1949-a weke 100 h’ezar ermenî, h’îmlî ewledê cangorîyê K’omköjîya ermenîya paþda veger’yîne li Ermenîstana wet’en, bûne p’ara Ermenîstana Þêwrêye t’am- bi hewahildana derd, bîranîn, h’isreta vira ant’êg’bûyî.
H’ökömeta Ermenîstana Þêwrê qirara 24-ê meha nîsanê e’lamkirina r’oja bîranîna cangorîyê K’omköjîyê û Sîsêr’nkkabêrdêda avakirina ösûla bîranîna K’omköjîêye bîranînê derxist. Ev heykelê k’aw bû r’emzeke dayîmtîya cime’ta meye herep’ir’bêj. E’ynî we’deyîda herek’eta naskirina k’omköjîya ermenîyava hinartî isa jî govekê macirata ermenîyaye met’îngada destpêbû. Bi deha sala xeleqê Maciratêye sîasîyê û civakî bi xîretk’êþî serk’arî wê herek’etê dikirin û saya gavê bêwestandin welatê p’ir’hejmarda serk’et.
Îro 30 welatê dinîyaê K’omköjîya ermenîya r’esmî naskirîye, û em minetdarê t’emamîya wan dewlet, t’eþkîletê ort’emiletîyê, r’êberê r’öh’anî û dinyalikîne, ê kö t’ifaqdarîya xwe e’lamî cimeta ermenîya dikin, k’omköjîya ermenîya nasdikinû t’enqîddikin.
Wet’enwarê delal, îro ewledê cime’ta me t’emamîya goþê dinîaêda cangorîyê Qir’a ermenîaye mezine bêgöne tînne bîr.
He’sînê me çima sedsalîkê þönda natemirin, lê ç’ira bîranînê dilê meda diha geþ diþxöle. Cav safîye: sedsalîkê zêdetir derbazbûye, lê encamê k’omköjîyê nehatne hilanînê. Îro T’irkîayê seva ya bûyî t’ö p’oþmanbûn, t’ovekirin e’lamnekirîye, bexþandin hîvînekirîye. Ewe me’nî, wekî îro em e’lamdikin- em tînne bîr û de’wê dikin.
Saxî, naskirina K’omköjîya ermenîya em h’esavdikin pirsa r’ojeva xweye ne kö t’enê miletîyê, lê isa jî h’emmervayê, çimkî 24-ê meha nîsanê r’oja ne kö t’enê bixûrkirina cangorîyê meye bêgöneye, lê isa jî derheqa sûck’arîya heregiran- e’melê K’omköjîyê û k’omköjkirinêye heregirandaye, careke dinê jî bikine dengî,- r’oja bangîna h’iþyarbûnê û þer’k’arîya miqabilî înk’arkirinê bikin. Ij K’omköjîyê û sûck’arîyê dine girane miqabilî mervayêva hinartî r’oja careke din erêkirina cavdarîya dewletaye p’arastina mervayê.
Lêbelê, 24-ê meha nîsanê me’nîya fikirmîþbûna derheqa we’dê milet, cime’ta meyî derbazbûyî û hatine heremecbûrkirinêye. Dema xwenaskirinêtû qîmetkirina qewat û kirinê meye herefesal.
Encamanîna meye 24-ê meha nîsanê gere k’îjanve? E’wil, sala 1915-a hindava h’ökömeta cont’irkada nisbetî cime’ta ermenîya h’ökömê mirinê hatîye derxistinê, t’emamîya qewata hatne avîtinê qedandina wî h’ökömî, ew h’ökömê nisbetî 1,5 mln ermenîya hatîye qedandinê,lê nisbetî cime’ta ermenîya levnehatîye mîaserkin. 1,5 mln þeh’îdê meye ewlîbûyî, angorî wê, h’emdê meyî jîyînê, e’frandinê, zorbûnê, bîranînê û de’wkirinê diha qewînkirine. Cime’ta ermenîya zor mirinê birîye. Encamanîna döda û ewqasî jî ferz eve: qezîayê serê sedsalîya berîne kewkî cime’ta me kirî îro jî hene û mecal û hacetê ne kö filitandina ij wê qezîayê, lê bi cûr’ê k’ardar derk’evne miqabilî wê, dewleta qewîne, dewleta zor, Ermenîstana isa, k’îjan hazire derk’eve miqabilî t’emamîya gefxwerina.
Belê, em gere cefa seva safîkirina t’emamîya dötîretîaye erêkirina e’dlaya we’dedirêj û meh’kem û ser h’îmê qedirgirtina döalî, bi pêvajoyê hevr’axeverdan, e’dilî nehêwþînin. Lê mecala dörist, wekî bigihîjne encama isa, her t’enê dewleta xwexa xweykirinê jêhatî, r’ûmet û serbest dikare bie’frîne.
Belê, em gere ber cefê xwe nek’evin, wekî eleqetê me t’ev t’ifaqdarê me k’ûrvin, bivne ê diha înstîtûsîonal û bi göman, dinîaêda hejmara xêrxwezê me zêdeve, lê her t’enên ewdewlet dikare îht’îmalîya dörist bie’frînne, k’îjan dikare xwexa miqatî xweve, r’ûmet û serfinyazve. Lê wekî dewlet heve, k’îjan jêhatîve xwexa miqatî xweve, r’ûmet û serbestve, mer’a lazime ösûla meye xwendinêye angorî t’emamîya çapnîþa, malhebûna meye têxnologîêye dînamîk pêþdaçûyînê, ösûla meye e’skerîyêsenayêye qewimî, ordîya zor û xizmetk’arîyê meye mexsûs hevin. Wekî bigihîjne encama wî cûr’eyî civandina t’emamîya qewata h’emermenî lazime.
Bi civandina dora dewleta Ermenîstanêye h’emermenî bi civandina isa îht’îmale ewê bikin, k’îjanê bive helandar û k’efîla dewleta me, pêþdaçûyîna ö’lmî, dîwannasîyê, pêþdaçûyîna malhebûnîyê.
Bona safîkirina vê pirsgirêka e’melî em gere bikarvin nezer-r’ayê xweyî miletîyê, fikra xweye miletîyê, bergeh pêkbînin, k’îjanê hevr’aqayîlîya h’emmiletîyê dora qîmet, meremê meye miletîyê û de’wmeþandina miletîyê pêkbîne, k’îjan þertê p’arastin, xweykirin, pêþdabirina xwexwtîya me, dinîya h’emzemanî û serbarê serda dinîya sivêda jî, k’efîlê kirina diha e’mbirdar û lecvan wê bie’frîne. Pêþer’ojêda ezê hima t’ivdîra nezer û de’wmeþandina vî cûr’eyî t’emsîlî e’ne’nekirina h’emermenîkim.
Weten’warê delal, îsal em þertê degmeda ber 24-ê meha nîsanê r’advin, belqîtka koronavîrûsa t’eze em t’emam kirine h’alekî nedîtî-nebînayî, çaxê 55 sala meþqa 24-ê meha nîsanê dayîm bûyînê bi t’evbûna bi seda h’ezara bajar’vana îsal gere neqewime, çimkî ew þertê bêt’ernekirina h’alê meþêdayî bi e’ynatî e’seyî û h’evsnekirinêye.
E’wil, ez dixwezim r’azîbûnê e’lamî t’emamîya wet’enwarakim, seva bi serwextbûn qebûlkirina vê qirara h’ökömetê. Lazime têbinivîsin, wekî isa jî wet’enwarê meye macirtaê h’alê hemandanin, ê kö dîsa dest belqîtka koronavîrûsê meþqê p’ir’h’ezarê, t’edbîrê bîranînêye p’ir’h’ezarê, k’îjan welatê dinîaêye baþqe-baþqeda dibûn, mîaserkin.
Lê vî h’alê boranêda me cêr’ibandîye em mecalê bivînin h’eta masþtaba diha mezin bidne t’edbîrê 24-ê meha nîsanê û wergirtinê bidinê. Îsal ij p’arê dinîaêye baþqe-baþqe mecala bi mîlîona meriva wê heve t’ev meþqa 24-ê meha nîsanêvin, çimkî îsal meþqê topraxa vîrtûal-xîyalîda biqewime.
Bona t’ev meþqêvin gere malda bimînin û ferezî ij vê demêda destpêkirî nav, fe’mîla xwe biþînne li hejmara 1915- h’erke hûn Ermenîstanêdanin, û li hejmara +374 33 19 1500- h’erke hûn welatê derekedane, k’îjanê h’esavve, wekî îro ÿvarda h’etanî berbangê navê weyê ser stûnê ösûla Sîsêr’nakabêrdêye bîranînê þikilvin. Meþqa vîrtûal-xiyalî ÿvarê seh’eta 22-a wê dstpêve û h’etanî berbangê wê bik’þîne. Mecala bi h’ezara heval, nasê we heye t’evî wêvin.
Wet’enwarê delal, 24-ê meha nîsanê salê dirêj r’emza civandin, t’ertîfeta yekbûna meye miletîyê bûye, û îro ev r’emz gere diha qewîn dîharve, ya diha dîtinêve û ez bawerim, wekî wê isave.
Û dêmek bijî azayî, bira bijî CE, bira bijî Cimhöryeta Arsaxê, bira bijî Macirata ermenî û bira em û zar’ê me bijîn, wekî emê Ermenîstana aza û bextwarda bijîn.
Em bîr tînin û de’wê dikin”.