SocietyTop

Paþwextya Þengalêye xwendinê h’alê koronavîrsûêda seva zar’ê ÿzdîya

Em t’emam dereca  t’esîra pêgirtina koronavîrûsêye ser xwendk’ara zanin, çimkî evê gîhandîye ij mek’t’evê çûyîna zar’ê ÿzdîya û derî seva ö’lm dadaye, k’îjanê mecbûrkir p’ir’anîya ij wan göh nedine xwendinê û bi tiþta mijûlvin, k’îjan ij xwendinê û ö’lm dûrin, û þerpezebûna r’öh’naîsêye vê govekêda alt’kin, k’îjan bi tirs û xofê t’ijene. Vê delîvêda em borcarin derheqa borcdarîyê malêdaye nisbetî zar’ê xwe bînne bîr, ij r’ayê t’emîya bidine wan û e’frandina h’alê angor,  bi exlaqîgirtina piþta wan û xwestina berva xwendinê û xevatê.

​Hindava xweda derdsr borcdarin xwendk’ara r’öh’arkin û helana bidine wan, göhdarîya t’am bidne ser pirsa, ê bi dersê bilindkirî, û dersdar borcdarin xevata cidî bikin- nisbetî þagirtê xwe li vê qonaxa çetin, k’îjan ewe, wekî wekî bidûmînin qinyatê xwendinê þirovekin, bi montajkirina vîdêoyê t’ev þirovekirina berne’ma xwendinê. Li vira em zanin, wekî alet’ê (têlê desta, not’bûk’ û tiþtê din) p’ir’anîya þagirtê mek’t’eva e’wil t’inene, bi ardimîya k’îjana dersdar dikare dîna xwe bide þirovekirina, û em t’emîyê nadin t’êlê desta yan kompyûtêra sirîya e’wilda bidine þagirta, çimkî ew wan t’esmîlî girêdana wan tiþtava dike, lê isa jî dikare exlaqa wan xiravke. Em t’emîyê didine dê-bava îznê nedine zar’ê xwe wan alet’a bidine xevatê, h’erke her t’enê dê-bav monît’orîngê nadne derbazkirinê û derheqa qezîa wanda t’emîyê nadin, wekî civaka me bi sosîalî û bi medenyetî wê yekêda wesifbûyî nîne, k’a em t’or’ê sosîalîyê çawa didine xevatê û çawa em t’emîyê didine zar’ û xwendk’arê xwe wana r’ast bidine xevatê.

​Bin r’onkaya vê qonaxa meþêda, mek’t’evê hila hê vekirî nînvin, kompyûtêr û t’êlê desta ê t’emamîya mek’t’ev û zanîngeha t’inene, bi alîk’arîya k’îjana ew dikarin dîna xwe bidine dersa, k’îjanê hindava dersdarê her dersekîda bi þexsî bêne e’lakirinê. Dest t’inebûna t’eþkîla dersdaryae t’emamîya mek’t’evê Þengalêda kirina serk’arîyê li pêvajoya xwendinê, bûye þöxölekî ze’f çetin. Em t’inebûna balk’êþîyê h’ökömeta merk’ezîyê û h’ökömeta neh’îêye berva pêvajoya xwendinêye Þengalêda bidine k’ivþê, lê isa jî t’inebûna dilqê wezareta xwendinêye Nînêvîaêda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button