SocietyTop

Em dixevtin- soz bidin, wekî vaksînayê bigihîjne t’emamîya welata: Afêyan

Nûbar Afêyanê h’emh’îmdarê pêþdestîya “Avrora”-ye merivdostîyê, h’îmdarê hevaltîya “Modêrna t’êrapût’îks’”-êye bîotxnologîyê delîldike, wekî belqîtka koronavîrsûê borana ort’emiletîyê e’firandîye, k’îjan safîkirinê  ort’emiletîyê dixweze.

Afêyan derheqa vê yekêda wexta e’ne’nekirina bi t’or’êye r’oja bîranîna K’omköjîya ermenîyava girêdayî, ya pêþdestîya “Avrora”-ye merivdostîyê, gotîye- bi dayîna cava pirsa derheqa hazirkirina vaksînayêda, bi k’îjanê isa jî hevaltîya wî mijûldive. “Hazirkirin, cêr’ibandina vaksînayê tiþteke, lê k’a pey çiqa we’der’a welatê mînanî Ermenîstanê wê bikarve vî þertê boranêda ij vaksîna wî cûr’eyî k’arêk’eve?”,- modêrator pirsî.

Afêyan e’wil da kivþê- bi þöxölê hazirkirina vaksînayê dinîaêda bi deha h’ezara ö’limdar mijûlin, divek ew niha hangava nikarin pasîênta qenckin, lê ew seva pasîêntê paþwextîyêne. Ewî t’exmînkir- h’alê e’firî bi çapekê we’dê meda degmeye, barê sedsalîya xilazîyêda- ij goþê masþtabêyî dîtinê.

“Û em gere bi  têxnologîayê diha û diha pêþdaçûyîî  xwe bip’arêzin. Xewlekirin gava e’wile, lêbelê bêþik t’emamîya dinîayê dixevte û göman heye, wekî vaksîna, derman gere hazirve. Û em yeke ij hevaltîyane, wekî ser wê dixevtin. Vê govekêda gele nesafîtî hene. Çi dimîne sjeva welatê mînanî Ermenîstanê, gere bêjim, wekî ew cefa, k’îjan niha tê dîtinê, seva wê yekê têr’adîtîye, wekî alî dinê-a’lemê bikin. Em we’dekîda dijîn, li k’ö miletçîtîyê qewata diha mezin stendîye, hene welat, k’îjan diha gelekî dixwezin miqatî k’ara xwevin, ne köt’emamîya dinîayê, lê axirsongî ez bawerim, wekî binelîyê dinîayê safîkirina wê bide, k’îjanê seva giþta ê destgihîþîtinêvin”,- Afêyan got.

Bi fikira wî- ev boranê bîne bîr, wekî îdarexanê global lazimin, k’îjan sedsalîya derbazbûyîda hatne darxistinê, lê niha, tê bêjî, sistdivin. Afêyan t’exmînkir-ewê bive cavdarîya þênîyê ort’emiletîyê, ê mînanî T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîayê, þênîyê din.

“Em, lê isa jî ê din dixevtin- soz bidin, wekî vaksînayê bigihîjne t’emamîya welata. Û, bêþik,Ermenîstan, ermenî jî wê ê stendina wêvin. Eva borana ort’emiletîêye, a lema jî lazime safîkirinê ort’emiletîyê bivînin”,- ewî got.

Vaksîna miqabilî koronavîrûsê cêr’ibandî û erêbûyî vê gavê dinîaêda hila hê t’ine. Hevaltîya “Modêrna t’êrap’ûtîks”-êye Afêyane e’firandî niha seva e’frandina vaksîna miqabilî koronavîrûsa cêr’ibandinê klînîkîyê pêþda diçin.

Afêyan göman e’lamkirîye, wekî biharê ij cêr’ibandina vaksîna koronavîrûsê encamê heve. Vaksîna ij 17-ê meha adarêda cêr’ibandinê klînîkîyê derbazdive.

Pêgirtina koronavîrûsa t’eze- KOVÎD-2109, xilazîya meha sala 2019-aye k’anûna pêþin þeherê Çînstana merk’ezîêye heresixmayînêda- Ûhana 12 mîlîonêda,hatîye tênivîsarê. T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîayê ew wesifkirîye çawa pandêmîya. Ewê belabûna fire gele welatê dinîaêda dîtîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button