
Dest pêgirtina KOVÎD19 çadirgehê cîgöhastîyê we’delîda h’alê wê neh’îêda (Îraqa Þimalê) xiravbû, çimkî e’lamkirina seh’eta kamêndantîyê neh’îêda “derb gîhand”-e xevatê, lê xevat h’esavdive seveveke ferz mayîna çadirgehêda. Mînîmûma jîyînê h’esavdive pirsgirêka heremezin ser fona pêgirtitna belqîtkê, dadana ç’e’vkanîyê xevatê sûka û dik’anada, lê isa jî qedexekirina cîlipatê navbera neh’îya û mûhafazada- ew pirsgiêka r’aste, wekî ber xweyê dik’ana û p’êþa sekinîye, k’îjan aylixa herr’ova girêdayîne.
Mecalê çadirgehaye sist li goveka sag’lemîxweykirinê û xizmetk’arî h’ökömeta neh’îyê mecbûrkirin çadirgeha bikine bin xewlekirina t’am û wanda seh’eta kamêndantîêye sernaser e’lamkin, bi kirina h’vsê ij pêgirtina KOVÎD-19, lê isa jî seva betalkirina wê t’edbîrê h’evskirinê qebûlkin.
Casim Bedel Xelef, xweyê sûpêrmarkêta çadirgehêda, t’ev “Êzîdî24” xeverda û got: “H’etanî wê yekê, çaxê welêtda belqîtk dîharbû, Çadirgehê cîgöhastîyê we’delî isa jî h’alê çetinda diman. Dereca k’esîvtîyê çadirgehada bilinde, lê bêxevatî çadirada h’esavdive pirsgirêka cidî- ij dema e’lamkirina seh’eta kamêndantîêye seranser û dadana r’ê-dirba, dik’ana û ç’evkanîyê k’arê, kesê cîgöhastî h’alê degmeda dijîn, h’evtê deribazbûne, û destgihîþtina gele malaye li lazmayê h’îmlî dest dadana ç’evkanîyê xweye karê t’ine”.
Emîn Ÿlîas Saadû heman çadirgehêda t’erzî dixevte: -“Berê çadirgehêda dirûtina k’incê xweva dixevtîm, û xevata mine baþ hebû, e’wil xevat ze’f nînbû, û û miþterî degme dihatin, lê paþê miþterîyê min zêdebûn, û xevata min diha baþbû, ne kö berê, nav r’okê ez weke 25 h’ezar dînara dixevitîm, r’aste ew ne ewqasî zefe, lê em seva lazmaya ÿp’êcebû”.
Saadûyê serda zêdekir: “Pey belabûna belqîtkê û seh’eta kamêndantîêr’a bawerbike t’emamîya dik’ana hatne dadanê, k’îjanê gîhande nimizbûna dereca k’ara malhebûna, û vî h’alî ziyana mezin gîhande xweyê dik’ana, xazma wan, aylixa k’îjanaye dîwanî t’ine û bi wan p’era dijîn, k’îjana ew dik’anê xweda qazincdikin, û h’erke ev boran dirêjve, dêmek ziyanê diha gelekî seva gelekave û diha gelekî seva xweyê dik’ana û meriva, ê kö k’esîvtîyêda dijîn”.
14-ê meha sala 2020-îye adarê meqametê bêqezîabûnê neh’îêda seva avtomaþîna û peya seh’eta kamêndantîyê e’lamkirin, lê isa jî sûk û dik’an dadan, lê paþê derheqa qedexekirina h’emt’omerîda e’lamkirin. Evê qirarê t’emamîya çadirgehaye neh’îêda pey pêgirtina belqîtkêye t’emamîya Îraqêda wergirt. Wezareta sag’lemîxweykirinê û dor-bera derheqa h’alê belqîtkaêye Îraqêda 22-ê meha sala 2020-îye nîsanê ij dema dîharbûna wê e’lamkir, çimkî hejmara delîvê nexweþk’etinê gihîþte 1631-ê, 83 delîvê mirinê, lê delîvê qencbûna t’am stendî, gihîþte 1146-a.