PoliticsTop

Sûdê cont’irkaye​ salê 1919-1921-ê- hindava t’irkada naskirina delîla Qir’a ermnîya

Cêrga t’emesûkê p’ir’hejmarda, k’îjan bûyîna Qir’a ermenîya erêdikin, delîlnivîsarê sûdê cont’irkaye salê1919-1921-ê meh’kemê xazma Stembolêda bûyî û bi gönek’arkirina cîr’aqetandin û qir’ê ermenîaye þöxölê meh’kemêye dine T’irkîaêda vekirî layîqî  bîranîna mexsûsin, k’îjan bi gilîyê Vahagn Tatryanê k’omköjînasê e’yanî- xût- “e’k’sîje’ra miqabilî t’irkaye heret’sîrdarin”.

Þer’ê h’emdinîaêyî pêþinda pey alt’bûna qeyserîya osmanîêr’a welêtda h’alê giran û sert h’ökömdikir.H’ökömeta T’alêat’ p’aþa t’erkê dabû, lê 7 r’êberê cont’irka, nav wê hejmarê isa jî T’alêat’, bi gemîya almanî r’evîbûne Almanîayê. T’irkîaêda tirsk’arbûyî hîvîya levhatina xilazîêye t’ev dewletê alt’kirîye axirsngoîye erkirinêbûn, k’îjan bi t’exmîn gere giranbûya. Û, wekî dewlet k’etibû wî h’alê giran, T’irkîaêda hima cont’irk dihatne gönek’arkirinê.

Dest wî h’emûþkî sale 1919-1921-ê dîwanê Stembolêye e’skerîêye sirêderda bi gönek’arkirina cîr’aqetandin û qir’ê ermenîya 63 þöxölê sûdê zêdetir qewimîn, nav wê hejmarê- þöxölê firqa cont’irka, endamê h’ökömetê, k’ativê firqa yektî û pêþdaçûyînêye cavdar û welî û milûkê neh’îyê Qeyserîya osmanîêye baþqe-baþqeye sûdê.

Delîla sûdê cont’irka xweber berbiç’e’ve, çimkî T’irkîayê, serî derge-dîwanê we’deda, wî cûr’eyî qebûlkirîye, wekî ermenî seranser hatne qir’kirionê- angorîî berne’ma dîwanîye pêþda qirarkirî. Ew þöxölê sûdê îzbatdikin, wekî qir’ê ermenîaye seranser hindava firqe û h’ökömeta cont’irkada pêþda fikirî û têr’adîtîbûne, lê qestbendetî delîla ze’f ferze- bi h’esavê îzbatkirina k’ömköjîya.

Awa, mesele, sala 1919-a gönek’arkirina þöxölê endamê Firqa Yektî û pêþdaçûyînê û h’ökömetêda hatîye tênivîsarê, wekî firqe û h’ökömeta cont’irka derheqa qir’kirina ermenîyada aþkela e’mirkiribûn. Akta gönk’arkirinêda hatîye binxetkirinê, wekî cont’irk ij mecala þer’ê h’emdinîaêyî pêþinî dayî  k’arê k’etine- bona mîaserkirina berne’mê xweye dizîvaye r’esîdkirina ermenîyava girêdayî.

Lêbelê  bi sûdê cont’irkaye salê 1919-1921-ê T’irkîaêda bûyî vê pirsêda heqî t’am nehatîye dasekinandinê. Bi h’esavhildana ij mesela van þöxölê sûdê- dikarin bifikirin, wekî sûck’arê k’omköjîyê meh’kemê welatê xweda gere neyne meh’kûmkirinê.

Her  sûck’arîke k’omköjîyê meh’kema ort’emiletîyêda gere bê t’enqîdkirinê. Lêbelê, delîlnivîsarê van þöxölê sûdê delîlê erêkirina r’astîya K’omköjîya ermenîaye înk’arknekirinê werdigrin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button