SocietyTop

Hêsîra dewleta îslamîyê nikare dest koronavîrûsê malêva cemve

Sûrîaêda ij hêsîrtîya tirsk’arê dewleta îslamîyê Lêyla Mûrad Ÿydoya ÿzdîya 17 salî hatîye azakirinê. Çaxê ç’ekdarê dewleta îslamîyê ew hêsîr birin, ew serîbinî 11 salîbû. Lê tirsk’ara nav wê zar’ nedîtin, wexta hêsîrtîyê keç’ik t’esmîlî zordestîyê û qerfpêkirinê bû. Lêyla xwezilîya xwe tîne zûtirekê qewmê xweva cemve, lê dest t’edbîrê þer’k’arîya miqabilî koronavîrûsa KOVÎD-19, ew nikare sînorê Sûrîa-îraqî derbazve. “Ez gelekî bîra mala xwe dikim, ez dixwezim zitirekûê veger’me mal, bal mervê xwe. T’ev min gele qîz û bûkê ÿzdîya hebûn, lê ez derheqa yazîya wanda tiþtekî nizanim”,- Lêyla Ÿydoyê nav pirsqisa t’ev “Nort’P’rêss Acênsîyê” gilîkir.

Wexta qir’a sala 2014-aye Þengalêda tirsk’arê dewleta îslamîyê weke 7000 jin û zar’ê ÿzdîya r’evandin. Tirsk’ara jin bi wesfa sêk’s-hêsîra dane xevatê û t’esmîlî zordestîya sêk’sûalîyê kirine, zar’ bi wesfa tirsk’ar-canfîdawîya dane xevatê, lê zar’ê ç’ûk firotine ser mala. Bi hine salixa, 3000 jin û zar’a zêdetir h’etanî niha h’esavdivin bêser û berat’e indabûyî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button