SocietyTop

Ç’e’l, wekî cinyazê ÿzdîya û wek’îlê kêmjimarê miletîêye din avîtnêda

Ç’e’la e’slîye  100 mêtr k’ûr, weke 6 km-a ij merk’eza neh’îya “T’al Afar”-ê dûre, r’ex göndê bi navêBakî Kûtê, DE’ÎÞ-ê seva ç’e’lkirina köþtîyê xwe daye xevatê.

Beþer Dexîlê ÿzdî, ê kö t’ev mala xwe hêsîr k’eiîye, çaxê Þengala neh’îya wan 3-ê meha sala 2014-aye t’ebaxê li r’oava qeza Nînêvîayê t’esmîlî h’icûmkirinê bû, û ew zêndî ma, bi derbazkirina bawerbike dö sal nîv hêsîrtîyêda,  Beþer “Êzîdî24”-r’a gilîdike, ewî derheqa wê bîrêda bihîstibû, çaxê ew h’evsê DE’ÎÞ-êda girtibûn.

“DE’ÎÞ-ê miqabilî ÿzdîya sûck’arîyê lape xirav kirine. R’ast gotî, hêsîrtîyêda nav e’mrê xwe me r’ojê lape çetin derbazkirin, çimkî em t’imê t’esmîlî mirinê dibûn, yanêna me bi ç’e’vê xwe sûck’arîyê baþqe-baþqe didîtin, wî çaxî çaxê endamê DE’ÎÞ-ê fesalbûn, û navbera xweda cîyê malê mayîn e’lamnedikirin yan cîyê t’önekirina wan”,- awa ewî destpêbûna k’êlma xweda çi got.

“Çaxê em hêsîrtîêdabûn, lê xût 23-ê meha sala 2015-aye nîsanê, wana t’emamîya hêsîra hevdö cödakirin ( w idî cara pêþin nînbû), p’areke wan meriva birne wê ç’e’lê û köþtin. Min ew cî nedîtîye, lê me hima ij endamê DE’ÎÞ-ê bihîstye, wekî ew ç’e’lê seva t’önekirina wan didine xevatê, ê kö bi vê yan wê me’nîyê hatbû girtinê yan sîasîya wan t’er’ibandibû.

Pey wê yekêr’a, çaxê ez filitîm, ez çûme wê derê.Binê bîrêda h’estû-p’arxanê merivabûn, û ez zanim, wekî wira cinyazê ÿzdîyane, lê ez derheqa hejmara köþtîyada nizanim”,- awa Daxîl xilazîyap k’êlma xweda çi got.

Doktor E’lî al-Beyat’îyê endamê encomana îraqîye herebilinde bi heqê mêriv careke din e’lamdike: “Wê bîrêda 400 cinyaz hene, ê t’örkmenê þih’îye mirî, lê isa jî 600 cinyazê ewledê cime’ta ÿzdîya, wekî DE’ÎÞ-ê köþtine, çawa t’amkirina t’ev cinyazê din, wekî ê ÿlê baþqe-baþqene”.

“Ev mezel h’esavdive sûck’arîke DE’ÎÞ-êye heresawk’êþîyê, li k’ö wana t’erka köþtina nedaye. Diha zû, wana carna ew mezel dit’eqand, wekî bîrê diha firekin”,- ewî gilîyê xwe pêþda bir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button