SocietyTop

Ij Çînstanê k’oma mecalê þer’k’arîya miqabilî koronavîrûsêye t’eze cîgöhêzî CE bûye

Tîgran Avînyan r’azîbûn e’lamî t’emamîya serwêrtîya kirîye, k’îjan pêvajoyêda wergirtîne, lê isa jî h’ökömeta Çînstanê- seva alîk’arîya li mîaserkirina fir’înê. Tîgran Avînyanê kamêndantê CE e’lamdike, wekî 15-ê meha nîsanê idî bi fir’îna dödaye mexsûs ij Çînstanê k’oma hûrmûrê doxtirîêye seva þer’k’arîya miqabilî koronavîrûsa t’eze lazim û t’aximaye bi sirê  cîghêzî Ermenîstanê bûye.

“87 h’ezar k’incê doxtirîêye p’arastinê, 24 h’ezar niqabê doxtirîyê, 20 h’ezar niqabê “KN95”-e p’arastinê, 101 germpîvê dûrva, alet’ê doxtirîyê,  qinyatê bîok’îmîayê seva hazirkirina t’êstê zedeqirarkirina koronavîrûsê anîne li Ermenîstanê”,- Avînyan nivîsîye.

Bi gilîyê wî- p’ir’anîya k’omê hindava berne’ma T’eþkîleta miletê yekbûîye Erzaqêye h’emdinîayê, bi mecalê hevaltîyê Ÿdûardo Ÿr’nêkyan, fonda “Gava min” û donorê dine dayîye fînansîyê hatîye destanînê.

Bi fir’indê isa jî hûrmûr û alet’ê doxtirîêye k’îsê mecalê CE-êye dîwanî destanî, lê isa jî xêratk’arê çînîye p’êþk’êþkirî hatne cîgöhastinê.

Em bînne bîr- Çînstanê seva þer’k’arîya miqabilî koronavîrûsê cara pêþin 8-ê meha nîsanê ardimî þande Ermenîstanê. Ij Çînstanê 120 alet’ê hewagöhastina p’iþikaye nee’slî, dö merh’elê dayîna tirþzayê, 60.000 t’êst, 60 h’ezar niqabê doxtirîyê, 280 h’ezar niqabê xwexweykirinê, 20 h’ezar berç’e’vkê xwexweykirinê, 100 h’ezar k’incê  xwexweykirinê, lê isa jî dû-dermanê din cîgöhêzî Ermenîstanê bûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button